ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Desteya Hevrêziya Niştimanî kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat ji partiyên siyasî re pêk tîne, duh şandek ji partiya me, serdana Desteya Hevrêziya Niştimanî-Tevgera Guhertina Demokratîk li Qamişlo kir, ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera partiyên siyasî bi awayekî mezintirîn.

Şandeya partiya me ji hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ”Enwer Muslim”, hevserokatiya buroya têkiliyên siyasî di partiyê de “Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman”, pêk hat.

Şande ji hêla endamê buroya siyasî di desteya hevrêziyê Elî –El-Seed, û Dîrar Ebdull Rehman, seroka buroya jinê Xensa El-Hemûd hetin pêşwazî kirin.

Nîqaş li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhlatê Sûriya hat kirin.

Endamê buroya siyasî di Desteya Hehrêziyê Elî El-Seed tekez kir ku projeya Rêveberiya Xwser ew e projeya tekane ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriya ye, û got: Em fedekariyên ku şehîdan pêşkêş kirin ji bo rûmeta vî welatî û parastina ewlehî û aramiya wê bike, ji bîr nakin.

Her wiha tekez kir li ser pêşengtî û alîkariya Rêveberiya Xweser ya ku di bin sîwana wê de hemû pêkhateyên herêmê tên parastin.

Di dawî de her du aliyan destnîşan kirin li ser domandina van serdanan, ji ber ku aramnc ji van serdanan ew e yekîtiya tevahiya pêkhateyan e û parastina aştiya sivîl.

Back to top button