ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Salih Muslim: Sala 2019’an nirxand

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û berdevkê partiyê Salih Muslim di nirxandina xwe ya derbarê 2019’an de,

hewldanên yekitiya kurdan ên di nava salê de jî nirxand û got ku, “Dema mijar girêdayî rûmet, nasname û xeteriya qirkirinê ya gelê Kurd be, gel bangewaziyê pêk tîne û cesareta wî heye, lê yên bê cesaret partiyên girêdayî derve ne”.

Nirxandinên Salih Muslim a derbarê mijarên sereke yên di der barê herêmê de wiha ne.

YEKITIYA NETEWÎ..ASTENGÎ Û RÊBAZÊN ÇARESERIYÊ

Salih Muslim got ku, ji beriya Şoreşa Rojava û Sûriyê ve ew her tim banga yekitiyê dikin û hewl didin ku nêzîkbûyînekê di navbera partiyan de çêbibe, lê hertim jî ew aliyên ku bang li wan tê kirin ji vê direvin.

Mulism got, “Wekî dibînin ku wê bikevin qada lîstoka armancên dijmin û gelek dewletên mêtînger û hegemonîk. Li ser vê yekê em dibêjin ku yekitî û gavên bi cesaret pêwîst dike. Lê ev tişt cem hin partiyan nayên dîtin.”

Muslim got ku, hin partî heta niha gelek hesaban ji derdora digirin û li gorî hewaya aliyên dervene ne li gorî hewaya hundirîn a Kurd tevdigerin û wiha berdewam kir, “Gelê Kurd li her çar parçeyan û li derveyî welat girêdayî yekitiya kurdî pir zelal e. Gel yek û hevgirtî ye, ev yekitî di Kobanê de diyar bû ku ji her çar parçeyan û tevahî bajêr û herêman di oxira rizgarkirina vê herêmê de şehîd dan. Dema mijar girêdayî rûmet, nasname û xeteriya qirkirinê gelê Kurd be gel bangewaziyê pêk tîne û cesareta wî heye, lê yên bê cesaret partiyên girêdayî derve ne.”

Salih Muslim bal kişand ser girîngiya yekitiya netewî û derbarê vê mijara ku ev bi salane di rojeva kurdan de ye ji wiha axivî: “Yekitiya netewî daxwaza hemûeyan e, Kurd hemû û ne Kurd jî banga yekitiyê dikin, ji ber ku yên bi me re jiyaneke hevpar dijîn di yekitiya netewî de rêya xelasiyê dibînin û hêz û rêya parastina destkeftiyan di yekitiyê de dibînin. Gelê din jî wiha dibînin, nemaze piştî dîtin ku projeya kurdan a demorkatîk û netewî dê hêviyên wan jî di azad û rûmetê de pêk bîne. Kî îro li Kurdistanê yekitiyê naxwaze?”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê –Rojava (KNK) di destpêka Çileyê de bi armanca yekitiya kurdî rêze civîn li dar xistin. Di civînan de komîteyek hate avakirin erka wê ew e ku bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên kurdî re yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtin pêk anîn. Encamên van civînan bi derxistineke belgeyeke ji bo avakirina yekitiyê bi rêya gavan bi dawî bû.

‘JI BO SIBEROJÊ HÊVÎ HEYE‘

Der barê însyatîfa KNK‘ê de Salih Muslim got: “Însyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji roja damezirandinê ve bi zelalî û cidî dixebite. Gel Kurd jî di daxwaza yekitiyê de zelel e û di oxira wê de fedekariyê dide. Ez dixwazim bêjim ku gel gihiştiye pêvajoyeke girîng û mezin. Têkildarî yekitiyê di sala 2019‘an de hêviyek hebû, ev ne tenê girêdayî partiyên siyasî, di heman demê de girêdayî gelek saziyên civakîbû. Hemû ji bo avakirina yekitiya netewî hev din temam dikin. Ne tenê partî nûnertiyan gelan dikin.”

PÊVAJOYA PIŞTÎ DAIŞ‘Ê Û BANDORA WÊ LI SER HERÊMÊ

Girêdayê tinekirina DAIŞ‘ê di aliyê erdîngariyê de ji aliyê QSD‘ê ve û destpêkirina pêvajoya şerê dawî yê li dijî terorê li herêmê, Muslim destnîşan kir wan pêvajoya piştî DAIŞ‘ê bi cidî xwendine, lê dewletên mezin ên xwedî nêrîneke kin plana xwe ji bo demên pêş ên der barê terora cîhanê dananîn. Salih Muslim banga avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê ji bo darizandina terorîst û dewletên ku destek dane wê kir.

‘DAIŞ‘Ê BI RÊYA HIN HÊZÊN HERÊMÊ DERKET‘

Muslim di berdewama axaftina xwe de qala mijara derketina DAIŞ‘ê kir û wiha pê de çû:

“Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û aloziya wê re DAIŞ, komên çete û yên tundraw tinebûn. Şoreşa Sûriyê destpêkê xwepêşandanên aştiyane bû. Lê piştre veguherî şoreşa çekdarî. Rejîm ji aliyê xwe ve tundî bi kar anî û hêzên din jî çek hilgirtin. Rexmî tevgera Îxwan El-Muslimîn û hin komên cîhadîst hebûn, lê heya wê demê DAIŞ‘ê hê derneketibû. Tevahî dewletan guhertina rejîma li Sûriyê armanc dikirin û tevahî komên çekdar ên li Sûriyê qebûl dikirin û îtîraf bi wan dikirin. Bi taybet Derketina DAIŞ‘ê, ji ber fikr û kiryarên wê yên tarî, ji bo hemûyan cihê matmayînê bû. Diyar e ku bi saya hin hêzên herêmê DAIŞ derket da ku berjewendiyên wan di herêmê de pêk bînin. Metirsiya cîhanê ji çalakiyên DAIŞ‘ê zêde bûn. Ji ber li piraniya dewletên cîhanê kuştin, teqîn û êriş pêk di anîn. ”

‘DERKETINA DAIŞ‘Ê DI RADEYA YEKEMÎN DE JI BO QIRKIRINA GELÊ KURD BÛ‘

Muslim îşaret pê kir ku derketina DAIŞ‘ê di radeya yekemîn de ji bo qirkirina gelê Kurd û gelên din ên pêre bû û wiha got: “Yê yekemîn ku destekê dide vê rêxistinê hîna jî Tirkiyê ye. Ji ber ku di radeya yekmen de xizmeta berjewendiyên wê dike. Lewra DAIŞ‘ê êrişî Şengalê kir û gihişt sînorê Hewlêrê û eniyeke li tevahî xeta Rojava û Başûrê Kurdistanê ava kir. Piştre berê xwe da Kobanê da ku gelê Kurd ê herêmê qir bike.”

Muslim da zanîn ku ev komên terorîst xeteriyeke cîhanî ye û ji bilî kurdan YPG û YPJ‘ê tu kesî şerê wan nekir.

“Ji ber vê yekê Koalîsyona Navdewletî neçar ma ku bi wan re bibe hevkar û bersiva vê terorê bide. Berxwedana Kobanê re têçûyîna, DAIŞ‘ê destpêkir û li Baxozê bi temamî tine bû. DAIŞ‘ê rêxistineke dogmatik e, heger em şerê wê nekin di vê pêvajoyê de dê li tevahî dewletan bide. Ji beriya çend salan planeke me ye ku em şerê şaneyên wê bikin. Lê ji bilî wê planên wan tinene, difikirin DAIŞ‘ê bi dawî bûye.”

Salih Muslim her wiha bal kişand ser vê yekê heger cîhan di şerê li dijî QSD‘ê de xwe sist bike wê xeterî mezintir bibe û got: “Cîhan tenê difikrî çawa DAIŞ‘ê bi dawî bibe û tevahî destek da, da ku bi dawî bibe. Lê piştî Hêzên Sûriya Demokratîk tinekirina DAIŞ‘ê di aliyê erdîngariyê de bi hevkariya koalîsyonê ragihand di encamên vê şerê de ku hîna berdewam e zêdeyî 70 hezar malbatên DAIŞ‘ê û bi hezaran endamên wan hatin dîlgirtin û di nava bi dehan girtîgehên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.”

Muslim wiha li gotina xwe zêde kir: “Em dizanin piştî ku DAIŞ‘ê di aliyê erdîngarî de bi dawî bû, hin din der barê wê de plan ditanînin. Lîderê DAIŞ hate kuştin, ji bo ku ev rêxistin bi dawî bibe, lê DAIŞ fikir û zihniyet e. Ji rêxistinên mîna vana re hewcedarî bi erdîngariyeke diyar nîne da ku tine bibe. Ji ber ku li gorî şaneyan tevdigerin. Heger sînor jê re neyê danîn û pêvajoyeke nû ya şer li dijî DAIŞ‘ê neyê destpêkirin dê ji berê bêtir li tevahî dewletan bide. Ji bo me ev rêxistin bi dawî nebûye, em hîna şerê wê li tevahî nuqteyên herêmê dikin.”

‘TIRKIYÊ SEDEMA SEREKE YA DERKETINA DAIŞ‘Ê YE‘

Muslim diyar kir ku DAIŞ rêxistineke cîhanî ye û sûcên wê cîhanî ne ku li tevahî dewletan pêk anîne û wiha dom da axaftina xwe:

“Ji ber vê yekê me xwest û em dixwazin dadgeheke navdewletî were avakirin û çareseriyên navdewletî li vir pêk were da ku DAIŞ bi dawî bibe û hesab ji dewlet û rêxistinên ku desteka dane vê rêxistina terorîst bixwaze. Ewin ên ku DAIŞ ava kirin û rê li pêşiya wan vekirin û pespektîv dane. Li ser vê yekê dadgeheke navdewletî pêwîst e ku dawî li vê nexweşiyê bîne. Em bi teqezin û belge û agahî di dest me de hene ku Tirkiyê sedema sereke ya derketina DAIŞ‘ê ye. Tirkiyê destek da wê da ku berjewendiyên wê yên mêtînger û netewpest pêk bîne ku qirkirina me armanca wê ya sereke ye.”

VEKIŞANDINA DYA JI SÛRIYÊ

Muslim îşaret bi vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê kir û got: “Biryara serokatiya Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê biryareke şaş e. Tevahî dewletên di nava Koalîsyonê de û yên aktîv ev biryar red kirin. Piraniya dewletên Ewropayê nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan. Me ev biryara; Pentagon, Kongreya Amerîkayê, raya giştî ya Amerîka û Ewropayê wekî îxanetekê li dijî kurdan bi nav kir. Ji ber ku Amerîka tevahî mijar li pey xwe hiştin û sozên ku derbarê herêmê de dabûn nîvço hiştin. Lê di dawiyê de diyar bû ev biryar şexsî di navbera Erdogan û Trump de bû.

Lê di dawiyê de ez dixwazin bêjim ku ji destpêkê ve me xwe nespartiye wan. Me ji wan nexwest ku derbasî Sûriyê bibin û parastina me bikin. Di navbera me de koalîsyonek li dijî terora cîhanê heye û ev mijareke navdewletî ye ku em jî beşek jê ne.”

‘MAYÎNA DYA‘YÊ DI HERÊMÊ DE JI BO PARASTINA BERJEWENDIYÊN XWE NE‘

Salih Muslim anî ziman ku biryara DYA’yê ya vekişandinê şaştiyek bu û diyar kir ku: “Di navbera me û Amerîkayê de lihevkirin û soz hebûn ji ber wê em wekî îxanetê dibînin. Mînak lihevkirin ew bû ku heta bidawîkirina DAIŞ‘ê Amerîka bimîne. Lê DAIŞ hîna bi dawî nebibû Trump biryara vekişandinê da. Me lihev kiribû ku heta şer û teror bi dawî nebe û çareseriyeke aştiyane û ewlehî, her wiha desteka ji nûve avakirina binsaziya herêmê ya piştî DAIŞ‘ê pêk neyê ti vekişandin çênebe.”

Muslim diyar kir ku mayîna Amerîka ne tenê ji bo herêmê ye, di heman demê de mîna hêzên din ên navdewletî ji bo parastina berjewendiyên xwe ye û got: “Heger Amerîka ji vir vekişe, divê were naskirin ku ji tevahî Rojhilata Navîn vedikşe. Ji ber ku li gelek dewletan di parastina hebûna xwe de bi serneket. Raya giştî ya Amerîkayê bi vê hizrê bawer e. Ji ber vê yekê li rêbazan digere da ku stratejiya xwe di herêmê de biparêze.”

4-ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI SER BAKURÊ SÛRIYÊ

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û siyasetên wê yên di herêmê de Muslim ev tişt got:

“Wekî tê zanîn ku Tirkiyê dewleteke herêmî ye û xwedî bandor e. Di destê Tirkiyê de gelek kaxez hene ku pê şantaj bike. Ya din jî şerê ku Tirkiyê dike yê NATO‘yê ye. Tirkiye dewleta herî zêde ku di siyasî û leşkerî ji NATO‘yê sûdê digire ye. Ji ber ku hertim wan welatan îqna dike ku ew bi wan re şirîk e û di siyaseta wan a Rojhilata Navîn de dewleteke stratejîke û her wiha berjewendiyên wan di herêmê de dimeşîne.

Îro mijar gelekî hatiye guhertin. Berjewendiyên Amerîka di herêmê de hene. Rûsya jî wisa ye. Tirkiyeyê hewl dida sûdê ji NATO‘yê bigire, çek û desteka wê, heta avakirina dîwarê di navbera me û wan de ji pereyên NATO‘yê tê çêkirin. Tirkiyê îro dibîne ku aliyek ji NATO destekê nade wê û aliyê dawî wê naqewitîne û Rûsya şantaj dike û dixwaze Tirkiye ji NATO‘yê derkeve da ku wê lewaz bike. Her wiha mijara beşdarkirina wê ji Yekitiya Ewropayê ne mimkin e û di rewşeke jibîrkirinê de ye. Ji ber ku daxwazên wê yên mîna demokrasi û hin mijarên din de ne li gorî yên Ewropayê ye.”

‘TIRKIYÊ HETA STÛ KETIYE ÇIRAVÊ‘

Salih Muslim di nava axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk di herêmê de û wiha axivî: “Tirkiyê ji aliyekî ve hewl dide serdema Osmanî vegerîne û raste rast destwerdanê di karûbarên dewletên cîranê de bike û zêde tevdigere. Lê tevgera wê ji aliyê her kesî ve nayê qebûlkirin. Rewşa hundirîn a derve ya Tirkiyê aloztir dibe û heta stû ketiye çiravê, ji ber vê yekê her kesî bi teror û penaberan tehdîd dike û dizane ku tevahî dewlet şer û aloziyê naxwaze.

Amerîkayê çareseriyeke aştiyane dixwaze û nikare di şerê me û yê Tirkiyê de destwerdanê bike, ji ber ku hevalbend û hêzeke stratejîk ji bo me ye, di heman demê de ne amade ye ji bo me şerê hevalbendê xwe bike û ji bo me jî hewl dide nêzîkbûyîneke çêbike û bighîje çareseriyeke navîn ku dawî li şer bîne, lê Tirkiyê rewşê zehmet dike û planên wê yên diyar hene.”

DIYALOGA SÛRÎ-SÛRÎ

Der barê rewşa hundirîn û diyalogên bi rejîma Sûriyê û partiyên siyasî yên sûrî re Muslim got: “Dewletên garantor û yên wekî din bi hinceta piştgiriya gelê Sûriyê û xelaskirina wê ji aloziyê dest di Sûriyê de wer didin. Her kes dibînin bê çawa dikin. Em jî dibêjin ku heger gelê Sûriyê bixwaze bighêje çareseriyê û bêje em ê çareseriyeke aştiyane deynin, wê demê hewcedariya dewletên garantor bi kongre û şer nîne.”

‘ASTENGIYA HERÎ ZÊDE ZIHNIYETA BAAS E‘

Muslim destnîşan kir ku ya herî zêde ku li pêşiya çareseriya navxweyî dibe kelem zihniyeta Baas e û wiha pê de çû: “Rejîma Baas mijarê pir mezin dike û dihêle ku pirsgirêk kurtir bibe, ev yek Sûriyê ber bi şer, kuştin û wêrankirinê ve bibe. Metoda rejîmê ya derbarê çareseriya li Sûriyê de di vir de kom dibe (Terorîstekî ji derve bi komployekê li Sûriyê xist, lê neghişt armancê xwe û têk çû, divê her tişt vegere mîna beriya 2011‘an..!)

Lê ka beriya 2011‘an çi hebû? Pişaftin, bêmafî, binpêkirina demokrasiyê di her aliyan de hebû. Gelo piştî vê yekê û di vê sedsalê de kî wê vê zihniyetê qebûl bike?, rejîm her tim hêza xwe di vê metoda xwe de dibîne, di heman demê de xwe dispêre hêzên dere mîna Rûsya û Îranê.”

‘YA EM LI BAKURÊ SÛRIYÊ PÊK TÎNIN PROJEYEKE NETEWÎ DEMOKRATÎK E‘

Muslim axaftina xwe wiha didomîne: “Em dibînin ku rêbazên çareseriyê di demokrasiya di her qadan de pêkan e, divê rêz ji nirxê hemû pêkhate û çandên li Sûriyê werin girtin. Tişta em li Bakurê Sûriyê dimeşînin, projeyeke niştimanî demokratîk e. Divê li tevahî herêmên Sûriyê ev proje were pêkanîn. Mînak Durzî jî civakeke xwedî taybetmendî ye, Ermen, Asur, Suryan, Îsmaîlî, Êzidî, Elewî û bi dehan ol, çand û pêkhateyên li Sûriyê civaka giştî ya Sûriyê ava dikin. Lew ra divê sîstemeke demokratîk, pirrengî hebe ku mafên pirrengî û taybetmendiyan biparêze.

Ji bilî vê yekê piraniya civaka Sûriyê vê rejîmê qebûl nake. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 6 milyon kes dijîn. Gelê dagirkeriya Tirk û rejîma serwer red dike. Di serî de şêniyên herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê hemû gelên herêmê banga sîstemeke demokratîk û Sûriyeke yekbûyî dike,. Li aliyekî din jî xwîna gelên vê heerêmê tev lihev bû. Gelê herêmê ji bilî demokrasî, edalet, parastina mafan û destkeftiyên ku ji terorîst û dagirkeran parastine û di nava aloziyê de ava kirine tiştek din qebûl nakin.”

 

Back to top button