ManşêtNûçe

Salih Muslim: Lîstokên li Zînî Wertê çêdibin ji beriya 170 salan ve li dijî gelê Kurd dûbare dibe

Her ku diçe li navçeyên Ranya û Soran bi taybet jî Zînî Wertê aloziya di navbera  “Partiya Demokrat a Kurdistanê” (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de kûrtir dibe. PDK çekdarên xwe li herêmê bi cih dike.

Nêzîkatiya PDK‘ê ji aliyê siyastemdarên Kurd, partiyê û blokên siyasî yên Kurd ve rastî helwestên tund hat. Di vê çarçoveyê de gelek daxuyaniyên şermezariyê hatin dayîn û hate gotin ku gava ji aliyê PDK‘ê ve hatiye avêtin bandorê li destkeftiyên gelê Kurd ên li tevahî parçeyên Kurdistanê dike.

Endamê Desteya Serokî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, armanca PDK’ê ji vê gavê, beşdarkirina “Pêşmergeyên Roj” di vê aloziyê de, erka partî, rewşenbîrên Kurd û gelê Kurd ji bo sînordarkirina vê aloziyê ji ajansa ANHA‘yê re nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

PDK hêzên xwe yên leşkerî li herêma Zînî Wertê bi cih dike. Armanc ji vê tevgerê çi ye?

Dijminê aliyekî Kurdî dijminê tevahî Kurd û Kurdistaniyan e. Lîstokên ku niha li Zînî Wertê an herêmên din çêdibin dijmin ji beriya 170 salan ve heta niha li dijî gelê Kurd dûbare dike.

Ji bo dijminê gelê Kurd, rêbazên herî zêde ya Kurdan têk bibin ew e ku gelê Kurd ber bi şerekî navxweyî ve bidehfîne. Anku şerê birakujî. Ya ku niha li Zînî Wertê rû dide beşek ji van planan e. Ev ne cara yekemîn an duyamîn an jî sêyemîn e ku dijminê gelê Kurd hewl dide Kurdan li dijî hev rake, ev plan ji beriya 170 salan ve  tê kirin.

Çi li Rojava be, ya jî Başûr be yan devereke din ê Kurdistanê be diyar dibe ku dijminê Kurdan hovîtiya xwe didomîne û tu pransîpên exlaqî li cem wan tune ye. Li vir em Kurd lomê li xwe bikin, divê em nehêlin dijmin ji van pirsgirêkan sûdê bigirin û nekevin van lîstokan.  Em ji her kurdek bi taybet fermandaran re rîca dikin ku ji tecrûbeyên berê sûdê bigirin, pirsgirêk û azarên nû di dîroka Kurd de dernexînin.

Divê em sedem û kesên li pey kuştina bav, kalik û fermandarên Kurdan lêkolîn bikin. Dijmin her tim hiştiye Kurd li ser hesabê xwîna birayên xwe yên Kurd berjewendiyên xwe pêk bînîn. Divê îro wisa çênebe. Divê em ji wê qirêjiyê dûr kevin. Dijmin di dirêjahiya dîrokê de li me nehatiye rehmê.

Tişta ku niha li Zînî Wertê rû dide nayê qebûlkirin. Gelê Kurdistanê êdî ji van komployan hişyar e. Em bawer dikin ku gelê me êdî her komployeke an jî lîstokek din qebûl nake.

Gelo ev tevger dikeve xizmeta kîjan aliyan?

Heta em karibin divê em nekevin xefka van lîstokan, ên ku ji beriya 170 salan li dijî gelê Kurd tê vedan. Divê em xwedî prensîban bin. Çi dibe bila bibe em çek li hemberî hev ranekin. Tu mijar tune ye ku çareserî jê re nebe. Loma negihiştina çareseriyan berpirsyartiya partiyên paşketî ne. Ew partiyên ku tevlî yekîtiya Kurdan nabin. Bawer dikim ku aliyên beşdarî însyatîfên nêzîkkirina Kurd nabin, heger bi aliyên din re li ser masya diyalogan kom bibin dê pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.

Hêvî ji hemû alî, bi taybet fermadarên Başûrê Kurdistanê dikim ku bi cidiyet bifikirin, agirê ku dijmin hewl dide pêxe vemirînin.

PDK “Pêşmergeyên Roj” dixe nava aloziyê, gelo armanca beşdarkirina wan çiye?

Dijmin hewl dide hin aliyan bixe şaştiyên ku Kurd berê ketibûnê û vê yekê bi hemû rêbazan dike. Heger bi rêya Pêşmergeyan be an jî Pêşmergeyên Roj be an jî bi rêya Pêşmergeyên Rojhilat an jî hêzên din be. Dijmin ji bo van armancên xwe yên qirêj pêk bîne çi rêbaz hebin bi kar tîne ji ber ku exlaq li cem dijmin tune ye.

Dibe ku li gel dijmin gelek hêzên navdewletî jî hebin. Em dibînin ku cîhan der barê mijara Kurd de bê deng e, wekî ku li ser Kurdan li hev kirine. Li ser vê yekê divê beriya aliyên din em destê xwe bidin hev, li ser maseya diyalogan kom bibin. Ji ber tiştek di navbera me de nîn e ku neyê çareserkirin.

Bandora vê yekê li yekrêziya Kurdî çi ye, namze ku pêwîstiya demê bi yekrêziya Kurdî û parastina destkeftiyên Kurdistanê heye?

Helbet, di her pêvajoyekê de ku Kurd nêzî nêrîneke hevpar dibin, bi gotineke din dema hewldanên gihiştina ber bi yekitiya Kurdî hebe, êrişên li ser Kurdan zêde dibin. Ji ber ku dijminê Kurd û Kurdistanê her tim ji nêzîkbûna Kurd û tîfaqa Kurdî ditirse. Nexasim di demên dawî de gelek xebatên êrênî ji bo nêzîkkirina nêrîna aliyên Kurdî derketin. Ji ber vê yekê dijmin bi domdarî hewl dide şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxîne û agirê fitneyê pêxe. Gefan li hin aliyan dixe û bandorê li aliyên din dike da ku ji bo berjewendiyên xwe nêzî rêza xwe bike.

Mijar ne girêdayî parçeyekî Kurdistanê ye. Ji ber ku dijmin li gelê her çar parçeyên Kurdistanê dinêre û divê were tunekirin. Faşîzma dewleta Tirk vê yekê dike. Lewra divê em ji van lîstokan hişyar bin. Bawer nakim ku Kurd dixwaze bi destê xwe birayê xwe yê Kurd bikuje.

Heger rewş aloztir bibe, kî dê berdêlên van nêzîkatiyan bide?

Yê ku bi bin bikeve tenê wê gele Kurd be. Gelê Kurd êdî di qada herêmî û navdewletî de hatiye naskirin û xwedî destkeftiyên rasteqîn e. Dewletên cîhanê û yên Ewropayê îro hewl didin ku mafên gelê Kurd ê dîrokê bidinê û li ser çawaniya nêzîkirina aliyên Kurdî dixebitin. Her wiha bi hin aliyên ku beşdarî parçkirina herêmên Kurdî bûne re nîqaşan çawaniya pêkanîna nêzîkbûyînekê navbera parçeyên Kurdistanê de dikin. Ji ber ku Kurdan îro di dîrokê de û ji cîhanê re xwe îsbat kirine. Bi taybet piştî ku wan aliyan dîtin ku yekitiya Kurdî û herêmên wan ji bo berjewendiyên wan baştir ji parçekirin, ji ber vê yekê hewl didin nêzîkbûneke kurdî çêbikin.

Li ser vê yekê û di vê pêvajoyê de heger aliyek nakokî derxîne, an dîsa li tecrubeyên berê vegere, eger aliyên Kurdan pişta xwe bidin dijminên gelê Kurd, çi faşîzma Tirk be an Îranê be, dê destkeftiyên ku Kurdan bidest xistine bikevin xeteriyê û dê rêzdariya navdewletî ya ji gelê Kurd re nemîne. Nemaze piştî ku bawer bûn ku gelê Kurd DAIŞ têk bir û tevahî mirovahî û cîhan parast.

Ev wê bihêle ku dawî li destkeftiyan were, dê bihêle ku dijminê Kurdan nameyekê bide cîhanê bi taybet dewletên ku ji gelê Kurd hez dike, tê de bêje va gelê Kurd ên ku hûn hewl didin piştgiriya wan bikin li hev du dixin, xwîna hev dirijînin. Ji ber vê yekê divê baldar û hişyar bikin û nehêlin tiştek bi vî awayî derkeve.

Ji bo pêşlêgirtina alozbûna rewşê çi ji partiyên siyasî û rewşenbîran tê xwendin?

Ji destpêkê ve bi awayekî kur û hûr em behsa wê dikin. Lê niha dema ji partiyekê yan jî aliyek siyasî ya Kurd tê pirskirin çi dixwaze? Dibêjin ew ji bo gelê Kurdistanê kar dikin. Dema em vegerin nêrîna gelê Kurd em dibinîn yek in. Ji bo wê me her tim hewl da kongreya Kurd lidar bixin. Nûnerên gelê Kurd tê de beşdar dibin. Da ku li ser bingeha daxwazên gelê Kurd tev bigerin. Lewra em careke din banga pêkanîna yekitiya Kurd dikin.

Yekitî û yekitiya daxwazên Kurdan, pêwîst in bi taybet di pêvajoyeke dijwar û dema pirsgirêkan de. Lewra divê em bi gelê xwe re zelal bin û nêrîna wê di her pêvajoyekê de esas bigirin. Her partiyek Kurd dixwaze xizmeta gelê xwe bike divê li gorî berjewendiya vî gelî kar bike û nêrîna wî esas bigire.

Ger em behsa nivîskar û rewşenbîran bikin, ew wijdana gel in. Divê ew biaxivin û biryarên gel rave bikin. Divê pişta aliyekê negirin û nebin şirîkên aliyên ku dixwazin tevliheviyê di navbera Kurdan de çêbikin. Îro ev tişt ji me tê xwestin. Ji ber ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ne tenê gelê Kurd, gelên Mezopotamiya û Kurdistanê jî. Ji ber ku  dijminê me dixwaze me tune bike.

Em ji hemûyan hêvî dikin ku berpirsyariyên xwe rakin û çi di wijdana wan de heye rave bikin. Di serî de rewşenbîr û nivîskarên Kurd. Ji ber ku ew dîroka Kurd û bûyerên ku bi serê wî ji hêla dijminan ve ji 170 salan ve û heta niha qewimîne baş dizanin.

Ji bo pêşî li vê nakokiyê bigirin, ji gelê Kurdistanê bi giştî, bi taybet gelê Başûr çi tê xwestin?

Ez nabêjim tenê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, divê gel bi giştî dengê xwe bilind bike. Hinek tişt ji gelê me tê xwestin. Divê rastiyê nas bikin û helwestên xwe li gorî wijdanên xwe rave bikin. Doz ne tenê ya Başûr e. Di vê pêvajoya dîrokî de dijmin wê me hemûyan tune bike.

Bila gelê Kurd biryara Tirkiyê ya di derbarê serbestberdana girtiyan ji bo Koronavîrûsê bibîne. Çawa 100 hezar girtî berdan. Lê di nav wan de tu siyasetmedarek Kurd tune ye. Zêdetirî 40 hezar Kurdên xwedî wijdan di girtîgehên Tirkiyê de ne. Hemû nehatine darizandin. Tenê ji ber ku welatparêz in û ji bo doza Kurd tê dikoşin hatine girtin.

Şerê qirkirinê li dijî gelê me li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî tê meşandin. Dijminên me êdî bûne gur û laşê gelê me parçe dikin. Dijmin li me nayê rehmê li her derê êriş dike. Li gelek cih û devran li başûr û sînorên Rojhilat. Bi wê nekir şerê xwe gihand Lîbyayê. Ya girîng divê em bizanibin çawa êrişî me dike û bi kîjan rêbazê.

Gotina min a dawîn, 170 sal derbas bû û dijmin lîstokên xwe li dijî me didomîne. Dihêle em Kurd li ser hesabê xwîna hev du bijîn. Divê em jê dûrkevin. Ji ber ku îro hîna em hemû tevahiya gelên Kurdistanê bi Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Keldan û Turkmen di bin zulm û zordestiyê de ne. Ev jî vedigere wan lîstokên dijmin ên ku hiştin em bi hev kevin û wan jî li me temaşe kirin.

Back to top button