ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Rûsipî bi koalesiyonê re civiyan

Civîna şêx û rûspiyên Reqayê û fermandarên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, li hola civînan a Meclisa Sivîl a Reqayê hate lidarxistin. Di civînê de rewşa dawîn û bûyerên siyasî yên li Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Civînê 2 saetan dewam kir. Kesên ku beşdarî civînê bibûn, destnîşan kirin ku vekişandina hêzên Amerîkayê dê hêdî hêdî were kirin û diyar kir ku şerê wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dawî nebûye. Her wiha fermandarên koalîsyonê jî got bila hevalbendên wan ên ku bi wan re şer dikin, bizanin ku ew tu carî di demeke wiha de dev ji wan naqerin.

Her wiha gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin û der barê wê de pirs hatin kirin. Di vê çarçoveyê de fermandarên koalîsyonê teqez kir ku ew ê pirsên şêxan der barê vê yekê û îdiayên dawîn de ku di nava hemû pêkhateyan de belav bûne ,bigihînin fermandarên li Amerîkayê da ku nîqaş bikin.

Şêxê êla El-Sebxe şêx Tirkî El-Sûan ji ajansa ANHA  re diyar kir ku di civînê de Koalîsyona Navdewletî li nêrîn û pirsên şêx û rûspiyan der barê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhdar kirin û destnîşan kir ku fermandarên koalîsyonê ji wan re teqez kir ku hêzên Amerîkayê dê hêdî hêdî ji Sûriyê vekişin. Lê heta niha erka xwe pêk tînin û şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomînin.

Şêx Tirkî El-Sûan teqez kir ku çi opozîsyon, çi jî hikumet, di dawiyê de hemû jî gelên Sûriyê ne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku kuştina gelê herêmê û aloziya Sûriyê bi dawî bibe, divê diyalogên Sûrî-Sûrî pêk werin.”

ANHA

Back to top button