ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Aldar Xelîl: Li Rojava şoreşa demokratîk û mirovahiyê pêk tê

Li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê Şoreşeke Demokratîk ku ji bo hemû mirovahiyê dibe mînak heye. Li Rojavayê Kurdistan Rêveberiya Xweser a sîstema azad ava kiriye, bi sîstemên civakî yên meclis, komûn û rêveberiyên civakî ku azadiya jinê ji bo xwe weke pîvaneke sereke dibîne derketiye holê. Bi taybetî têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Rojavayê Kurdistanê pêşketinek wisa bi xwe re anî ku ti mînakên wê li devereke din a cîhanê nîne. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa mirovahiyê, şoreşa demokratîk pêk tê. Ji bo vê kîjan hêzên li dijî demokrasî û wekheviyê ne, dixwazin derbê li modêla Şoreşa Rojava bidin. Hê jî nakokî û nelihevkirinên hêzên ku niha li Sûriyeyê ne, van hêzan dikarîbûn encamekê derbixin lê nekirin, rewşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ketibû rewşeke pir cuda. Êdî wisa lê hatibû ku rejîma Sûriyeyê nedikarî serweriyê li Şamê bike.

HÊZÊN XWE BI OPOZÎSYON DIZANÎN NEKARÎN…

Hêzên ku bi navê opozîsyonê hatibûn avakirin dixwestin hemû Sûriyeyê têxin bin destê xwe de. Lê niha rewşek wiha nema. Ev komên ku dihatin gotin ‘opozîsyon e’ ketin destên hêzên cuda, hinek bûn El Nûsra û dîsa komên cuda belav bûn û ketin bin kontrola dewleta Tirk a dagirker. Tirkiye van hêzan ji bo xwe bi kar tîne. Ev hêz li dijî gelê Sûriye, li dijî Şoreşa Sûriye bi itîfaqên xwe yên li gel El Nûsra, dîsa bi Îranê û hevkarên xwe re bi kar anîn ji bo xwe li ser lingan bigirin.

 

Back to top button