ManşêtNûçe

Rojnameyên Cîhanî: Koçberên Efrînê baweriya xwe bi civaka navneteweyî winda kirin

Li gorî ajansa “ANHA” Rojnameya The Jerusalem Post Post a Îsraîlî got: Êrîşên asmanî yên Tirkiyê û êrîşên domdar ên ji hêla komên çete yên bi piştgiriyê Tirkiyê li Bakurê Sûrî hişt sivîlan neçar bimînin û ihsasê ku civaka navneteweyî dev ji wan berdan. Raporên bombebarankirina vê heftê li deverên nêzîkê Til Rifet li du gundên bi navê “Eyn Dagna û Meranaz”, dozdeh kîlometran li bakurê Helebê ye, hebûn.

Li herêm gelek koçber hene, yên ku ji Efrînê reviyan dema ku Tirkiye Bakurê Sûriyê dagir kir di Çileya 2018 de, û nêzîkê 160 hezar Kurd û hindikahiyên din ji hêla Tirkiyê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê koçber bûn, û gelek ji wan reviyan deverên nêzîkê Helebê.

Tundrewên ku Turkiye piştgiriya wan dike herdem koçberan bombebaran dikin da ku wan bitirsînin, û êrişkariya wan li dijî şêniyên herêmê pêk tînin ji ber ku Tirkiyê bi Rûsyayê re peymanek îmze kir û ferman da tundrewên ku ew piştgirî dike ku êrîşî rejîma Sûrî nekin.

Rojeveyên Enqereyê li Bakurê Sûriyê tenê şerê li dijî Kurdan e, û wê gelek êriş li dijî Kurdan dest pê kirin, bi îdiaya ku “terorîst” di nav wan de hene, û tu delîl tune ku mirovên li herêmên bombebarankirî dijîn li dijî Tirkiyeyê êrîş pêk anîne.

Back to top button