ManşêtNûçe

Rêxistina Partiya Çep a Saksonya Jêrîn ji bo Şengalê biryar da

Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Saksonya Jêrîn (Niedersachsen) a Elmanyayê, doh li bajarê Hannoverê kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Bi pêşniyara siyasetmedara Kurd a ji Partiya Çep Behiye Ûca, di kongreyê de ji bo Şengalê biryarek hate dayin.

Hema bêjin temamiya delegeyan dengê ‘erê’ dan vê biryarê.

Di biryarê de hate xwestin, piştgirî ji têkoşîna civaka Êzidî ya li Şengalê re bê dayin ku ji bo xwerêveberiyê li ber xwe didin.

Di biryarê de wekî din bang li hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya PDK’ê hate kirin ku hurmetê nîşanî îradeya Şengaliyan bidin.

Provokasyon û hewldanên êrişê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî hatin şermezarkirin.

ANF

Back to top button