ManşêtNûçe

Revandin û kuştin li herêmên hatine dagirkirin berdewam in

Li herêmên Cerablus, Ezaz, Efrîn heta Bab û Marihê ku dewleta Tirk dagir kirine, tevlihvî heye. Tenê hebûna dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakurê Sûriyê ne leşkerî ye. Lê belê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê, zimanê Tirkî ferz dikin.

Li ku Tirkiyê dagir kirine, guhartina demografî

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê demografiya herêman dagirkirî diguherin. Navên gund û bajarokan diguherin. Her wiha hawîrdor û çandên li herêmê talan û wêran dikin. Siyaseta tirkkirinê li ser şêniyan didin meşandin, zimanê Tirkî di dibistanan de, ferz dikin.

Dibistanan vediguherînin baregehên leşkerî

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi sedan dibistan vegerandin baregehên leşkerî, navendên leşkerkirina bi zorê. Ji wê zêdetir jî dibistan vegerandin cihên îşkencekirina sivîlên li Efrîn, Ezaz, Marî û herêmên dîtir ên dagir kirine. Li gor çavkaniyên herêmî, girtîgehek bi navê Sico li herêma Ezazê heye. Di wê girtîgehê de, kesên ku hatine revandin bi awayek hovane têne îşkencekirin.

Belavbûna fikra tundraw a DAIŞ’ê li wan herêman

Çeteyên girêdayî Tirkiyê li herêmên di bin serweriya wan de fikra tundraw a DAIŞ’ê ferz dikin. Her wiha jinan neçar dikin ku laçik û cilên reş li ber xwe bikin. Li aliyekî dîtir jî li ser xwediyên dikanan ferz dikin ku di dema nimêjê de dikanan bigirin. Li  rexê jî diruşmên tundraw tên avêtin.

Dagirkeriya Tirk sivîlan neçar dike ku li şûna lireyê Sûriyê yê Tirkiyê bikar bînin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sivîlan neçar dikin ku danûstandinê li şûna bi lîreya Sûriyê,  bi yê Tirkiyê bikin. Her wiha madeyên firotinê û xwarinê yên Sûriyê qedexe dikin. Li şûna wê jî yên Tirkiyê bi kar tînin. Ew jî bi armanca piştgiriya aboriya Tirkiyê ya ji pişt destwerdanên wê li dewletên cîran kêm bûye, tê kirin.

Mayîn…rewşên revandin û kuştinê li herêmên ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin, berdewam in

Li herêmên ji hêla artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, rewşeke din a aloz û telihev heye. Ji dema dagirkirina wan herêman ve, komên çete şêniyên sivîl direvînin û îşkence dikin. Ew jî bi armancên fîdyeyan e.

Li rexê wê jî bi awayekî rojane li herêmê mayîn tên teqandin. Ji lew re jî bi sedan sivîl dibin qurbanî.

ANHA

Back to top button