Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê bê navber didomin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker vê êvarê agir berdan daristanên gundên Kaxrê yê navçeya Mabata ya Efrînê.
Di dîmenê ku hatiye bidestxistin de gir bi dehan daran de dikeve.
Beriya niha jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên cûda yên kantona Efrînê bax û baxçeyên welatiyan dan ber agir.
ANHA