ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Piştî Banga Rêber Apo Çalakiyên Rojiya Birçîbonê li Tirkiye, Kurdistan û derveyî Welat bi dawî bûn

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakgerên grevên birçîbûnê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dawî li çalakiyên xwe anîn.

Leyla Guven ku dawî li greva birçîbûnê anî, rakirin nexweşxaneyê. Guven got, “Berxwedan bi ser ket.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 200’î de bi dawî kir.

Guven bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Memorialê.

DAXUYANIYA GUVEN

Guven dema rakirin nexweşxaneyê daxuyaniyeke kurt da û got, “Ez spasiya her kesî dikim ên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiyê. Bi berxwedana kolektîf gelên Tirkiyeyê û berxwedana Tirkiyeyê bi ser ket.

Bihîstina dengê Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng bû. Xwezî bêyî windahiyan em bi ser biketina, em dilşewatin, lê berxwedan bi ser ket.”

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê dawî li çalakiya xwe anîn. Çalakgeran diyar kirin ku heta azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.

MÊRDÎN

Gûrbet Ektîren, Mahsûn Şen, Mûrat Aksîn, Ahmet Ongûn û Halef Yîgît ên li navçeya Qoser û Dêrika Çiyayê Mazî yên Mêrdînê çalakiya greva birçîbûnê domandin li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn.

Çalakger piştî ku çalakiya xwe bi dawî kirin wê bi ambûlansan ber bi Nexweşxaneya Memorîal a li Amedê bikevin rê.

Ahmet Ongun ê li Qoserê di greva birçîbûnê de bû wiha got; “Me carek din dît ku berxwedana me wê her demê çareseriyê bîne. Divê ji niha û şûnde ev bawerî li gel her kesê mezintir bibe.”

STENBOL

Vedat Hesas ê ku roja 16’ê Gualnê ji Girtîgeha Sivîlvrî ya Nimreya 5’an derket û ji 16’ê Çileyê ketibû grevê û çalakî li mala xwe ya Başakşehîrê didomand, dawî li çalakiya xwe anî.

Hesass wiha got; “Çalakiya me bi giranî sîstem hejand. Em gihiştin armancên xwe û serketinê. Ji ber ku em di çalakiya xwe de bi biryar bûn. Rolê dayikan gelek mezin e. Eger dayik neketibûna nava tevgerê dibe cûdatir bibûya.”

Çalakger Îhsan Sînmîş û Tûncer Saglam ên 1’ê Adarê ketibûn grevê û piştî tehliyeyê çalakiya xwe li malên xwe didomandin, dawî li çalakiya xwe anîn.

WÊ WERIN AMEDÊ

Dayika Aştiyê Hadle Ogûr a ku li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an ya Rihayê ketibû grevê û piştî tehliyeyê çalakî li mala xwe didomand, dawî li çalakiya xwe anî.

Diyar bû wê Ogûr di demên pêş de bi ambûlansê bînin Nexweşxaneya Memorîal a li Amedê.

Li aliyê din Hevserokê berê yê Navçeya Ceylanpinar ê HDP’ê Hiznî Kiliç ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê di çalakiye de bû, çalakiya xwe bidawî kir. Diyar bû ji bo tedawîyê Kiliç bi ambûlansê tînin Amedê

VIYANA

Sûltan Yîgît ê ku li paytexta Ewûstûrya Viyanayê ku ev 166 roj in di greva birçîbûnê de bû li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.

Yîgît got; “Heta ku Rêbertî azad bibe wê têkoşîna me bidome.”

CENEVRE

Mehmet Ali Koçak ê ji 20’ê Sibatê ve li dijî tecrîdê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku çalakiya xwe li  ser banga Ocalan diqedîne.

Koçak, piştî daxuyaniya parêzerên Ocalan û Leyla Guvenê, li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Cenevreyê daxuyanî da û got berxwedan bi ser ketiye lewre çalakiya xwe bi dawî dike lê wê têkoşîna xwe bidominin. Koçak, wê bîsteke din rakin nexweşxaneyê.

BERLÎN

Omer Bagdur, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tuzak ên li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya xwe didomandin, piştî daxuyaniya parêzeran, li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîne. Berxwedêran diyar kirin ku çalakiya xwe bi dawî dikin lê wê têkoşîna xwe bidoînin.

YUSUF ÎBA JÎ ÇALAKIYA XWE BI DAWÎ KIR

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê berxwedana xwe didomand jî piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ragihand ku çalakiya xwe diqedîne û wê têkoşîna xwe bidomîne.

Back to top button