ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

QSD: Di operasyoneke de Berpirsê şaneyên razayî yê DAIŞ’ê hate kuştin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedanê ya di navbera 13 û 18’ê Çileyê de eşkere kirin. QSD’ê ragihand ku çeteyê berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî yên DAIŞ’ê Ebû Elwerd El-Iraqî ku çalakiyên DAIŞ’ê yên herêmê bi rê ve dibirin û çeteyekî din ê bi wî re, di 14’ê Çileyê de, di operasyoneke hêzên wan ên antîterorê de hate kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê fealiyetên xwe yên keşf û bombebaranê bê navber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

SERÊKANIYÊ

13’ê Çileyê artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Mişrefa û gundên derdorê bi çekên giran bombebaran kirin.

EYN ÎSA

Komên çete û artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, hewan û obusan gundên Seyda, Elhoz, Erîda, Bîr Kîno, Îbrahîm El-Kurdî, Merdûda, Xirbit Beger û derdora rêka M4 a navdewletî bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranên dijwar de 15’ê mehê şervanekî me bi giranî birîndar bûbû. Ev şervanê me ji ber birîndariya giran gihîşt şehadetê. Her wiha di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin welatiyên herêmê.

OPERASYONEKE BIENCAM LI DIJÎ ENDAMÊN DAIŞ’Ê

Yekîneyên me yên antîterorê 14 Çileyê li Dêrazorê li hemberî çeteyekî bi navê Ebû Elwerd El-Iraqî ku berpirsê petrol û peredayîna ji bo şaneyên razayî ya DAIŞ’ê bû û çalakiyên DAIŞ’ê yên herêmê bi rê ve dibirin, operasyonek li dar xist. Di dema operasyonê de ji ber bersivdayîna çeteyan pêvçûn qewimî. Di encama pêvçûnê de Ebû Elwerd El-Iraqî û çeteyekî ku navê wî nehat zelalkirin, hatin kuştin. Her wiha di encama vê operasyonê de miqdarekî cebilxane û dokuman hatin desteserkirin.”

Back to top button