CivakNûçe

PYD serdana malbata Ebû Cîger yê ku ji Efrîn kocber bûne kir

Îro şandek ji Têkiliyên giştî yê PYD ê û Rêxistana Sara serdana malbata Muhemed Elî yê bi nav Ebû Cîger kirin û xwestin ku jiyana wan piştî kocberiyê bibînin.
Di Şandeyê de berbisyara Têkiliyên giştî yê PYD ê Hediya Elî , Seroka Rêxistina sara Mûna Ebdul Selam, endama Têkiliyên rêxistinê Arzo Temo, enadamên ragihandinê Sûzan Hesen û Roniya Hesen hazir bûn.
Malbata Ebû Cîger bi kêfxweşî pêşwaziya wan kirin.
Dayika bi nav Medîne Husên ya ku bi herdû lingan di şerê Efrîn de birîdar bû got: ez pir kêfxweş bûm bi hatina wê li gel me ji ber dema ku em dibînin miletême biser mede tên û serdana me dikin kêfxweşiyeke mezin dikeve dilê mede, me pir zehmetî dîtin me hetanî dawiyê li ber xwe de lê em gihaştin astekê ku me nema karî hereket bikra ez û bavê zarokan herdû birîndar bûn yê min herdû ling çûn yê bavê zarokan jî lingeke wî çû hêviya me heye ku em careke din vegerin cih û warê xwe û bi kêfxweşî em we li Efrîn pêşwazî bikin.
Di heman demê de Mihemed Elî yê ku di şerê Efrîn de birîdar bû û bi lingekî maye bi dilek şewat got: em çiqas behsa Efrîn û xweşbûyîna wê bikin hindike ji ber ku birastî êşa ku em li vê derê dikşînin piştî kocberiyê êşeke mezine.
Her wiha Elî behsa jiyana li Efrîn û xweşbûyîna wê kir.
Giftûgo di navbera şandeyê de û malbatê de di derbarê rewşa Efrînde çê bûn.
Di dawiyê de berpisyara Têkiliyên giştî ya PYD ê Hediya Elî got: em dixwazin herdem serdana malbatê xwenî Efrînî bikin û xwestekên wan pêk bîn.
Di berdewamiya gotina xwede Hediya got: em hazirin ji her tiştîre ku em xwestekên we pêk bînin û hêviya me heye ku Efrîn rizgar bibe û emê werin serdana we li wêderê bikin.

Back to top button