ManşêtNûçe

Prezioso pêşnûme pirsek li ser zordariya Tirkiyê li dijî Kurdan pêşkêşî Konseya Federal kir

Parlamentera çepgir Stefanie Prezioso pêşnûme pirsek pêşkêşî Konseya Federal kir û pirsa “Konsey Federal ji bo hurmeta li mafên mirovan a li Tirkiyeyê çi dike?” pirsî.

Prezioso biryara Konseya Cenevreyê ya 30’ê Nîsanê bi bîr xist ku ji bo destwerdana bi rêyên dîplomatîk a li Tirkiyeyê ji bo hurmeta li mafên demokratîk ên gelê Kurd û got, “Destpêkê em dixwazin zanibin ku Konseya Federal bersiveke erênî daye vê vexwendina rayedarên Cenevreyê yan na.”

Prezioso ji hikumetê pirsî ku di van mijaran de ketiye nava hewldanan an na:

– Ji bo berdana girtiyên siyasî yên HDP’ê;
– Ji bo wekîlên HDP’î wezîfeya ku hilbijêran dane wan bi cih bînin, ji bo berdana rayedarên HDP’î yên hilbijartî;
– Ji bo parastina mafên çalakger û rayedarên hilbijartî yên Kurd ên bi rengekî kêfî ji aliyê meqamên Tirk têne sûcdarkirin;
– Li dijî êşkenceya li girtiyan, bi taybetî jî li girtiyên Kurd û jinan, ji bo hurmet ji peymanên mafên mirovan re bêne nîşandan.

Di dawiya pêşnûme pirsê de Prezioso bang li Konseya Federal kir ku ji bo parastina mafên mirovan ên nûnerên gelê Kurd ên hilbijartî bi rengekî xurt dest li rayedarên Tirk werde.

ANF

Back to top button