ManşêtNûçe

Platforma Zimanê Kurdî: Li dijî êrişên nijadperestiyê li hev xwedî derkevin

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî êrişên nijadperest yên li dijî zimanê kurdî û nasnameya Kurdan daxuyanî daye û xwestiye ku divê Kurd li hemû deveran xwedî li hev derkevin.

Li gorî malpera Bianet, ev demeke li bajarên Tirkiyeyê yên weke Enqere, Konya û Afyonê li dijî Kurdan êrişên nijadperest yên plankirî pêk tên. Herî dawî li bajarê Afyonê di encama êrişên nijadperest de 7 kes li Enqereyê 4 kes brîndar bûne. Her weha li bajarê Konyayê jî komeke nijadperest ku ji 60 kêsî pêk hatiye, êriş biriye ser malbateke Kurd zerar û ziyan daye can û malên wan. Welatiyê bi navê Hakîm Dal ku Kurde ji aliyê nijadperestan ve li Konyayê hatiye qetilkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat: “ Van demên dawî li ser hevdû, bi dûv hevdû de, êrîşkarên nejatperest li dijî Kurdan çalakîyan pêk tînin. Li tevahîya Tırkîyê, nûha atmosfereke ne mirovî, ji hest û fikrên mirovantiyê dûr, ji pîvanên pêkvejiyanê bêrî derketinê holê. Kî karibe bi kê, ew xwe li hevdû diceribînin. Nirxên mirovantiyê qels bûne. Hêza tarî, tûndî ketiyê şûna maf û nirxên mirovan. Em dibînin ku her roj mafê jiyanê binpê dibe. Kurd tên biçûk kirin. Bi sivikatî nêzikî ziman, nasname û nirxên Kurdan dibin. Nejatperestên Tirkan ketûber, bi hincetên cûda wan êrîşan her roj berdewam dikin. Her carê tiştekî beradayî derdixînin pêş û li bajar û gundan Kurdan dikûjin, êrîşî Kurdan dikin, wan brindar dikin û bawer dikin ku karekî bijartê ji bona “Tirkîtîya” xwe kirine.

Ev helwesta li dijî Kurdan divê were şermezar kirin û Kurd li hemû deveran xwedî li hevdû derkevin. Kurd li ku bin, bila xwedî li birayên xwe yên Kurd derkevin. Bila Kurd hevdû tenê nehêlin.

Platformê di daxuyaniya xwe de diyarkir û got:, “Gelek caran ev êrîşên nejatperest bi hincetên ziman, mûzîk an jî nasnama Kurdan tên kirin. Nejatperestên Tirkan hebûn û nirxên Kurdan hîna jî napejirînin. Dûrî rastîyên civakê ne. Qala biratiya hezar salan dikin lê hîna ji tu nirxên Kurdan di qanûnên xwe de qebûl nekirine.  Armanca wan, siyaseta wana li ser pişaftina Kurdan ava dibe. Dixwazin Kurdan têk bibin. Kurdan tunebikin. Kurd çiqasî li dijî pişaftinê li ber xwe didin, nejatperestên Tirkan ewqasî ji mirovanti, aqil, zanabûn û nirxên hemdemî bidûr dikevin. Kurd çiqasî cîz nebin, nejatperest ewqasî hartir dibin. Ji ser xwe diçin, çavsortir dibin. Lê ev helwesta wan, helwesteke vingîvala ye! Kurd di vê pirsê de wê tu caran dev ji ziman, nasnamê û nirxên xwe bernedin. Ew hebûna Kurdan e. Em Kurd divê bi hişmendi wan nirxên xwe yên netewî biparêzin û doza ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî, bi hevbeşî xwedi lê derkevin. Gava ku zimanê me bû zimanê perwerde û zimanê fermî, di qanûnan de jî hate pejirandin, gelek hincetên beradayî ji holê radibin. Di van pirsan de divê Kurd yêkrêzîya xwe ava bikin, bi yêk dengî wan nirxan derxînin rojeva sîyasetê û dozê li hemû alîyan bikin ku ziman û nasnama Kurdan bê qebûlkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Platforma Zimanê Kurdî bang li Serokomar Receb Tayyîp Erdogan, Wezirê Navxweyî, Wezirê Dadê, rayedarên dewletê, partîyên mixalefetê, saziyên sivîl û medyayê kiriye ku helwesta xwe zelal bikin û gotiye, “Bila hemû alî bi dengekî bilind van êrîşan şermezar bike. Xwedî li mafên Kurdan derkevin. Çareserî di naskirina mafê Kurdan de ye. Ev maf divê werin pejirandin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Yên ku di vê mijarê de bêdeng bimînê, bixwaze, nexwaze şirîkê wan êrişên nejatperestan e. Ji ber ku înkarkirina Kurdan bi xwe jî nejatperestî ye. Nejatperestî jî, tawanekî mirovî ye. “

Back to top button