ManşêtNûçe

Bûldan: Sîstemek demokratîk enceq bi çareseriya pirsa Kurd pêkan e

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya bernameya “Em HDP’î ne, li her derî ne” de li Kocaeliyê piştî hevdîtina bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re, tevlî hevdîtina bi gel re bû. Hevdîtin li eywana dawetan çêbû. Bûldan, li eywana dawetê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin. Di hevdîtinê de tim dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e”, “Wê gel bi ser bikevin”, “Soz ji bo Denîzê, wê aştî bê” hatin berzkirin.

Di hevdîtinê de ewilî Hevserokê HDP’a Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga axivî û destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin dê çokê danenin. PIştî Akboga, Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû axivî. Gergerlîoglû jî destnîşan kir ku îqtidar dixwaze vîna gelê kurd binpê bike, lê belê dê nehêlin.

Paşê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî. Bûldan, siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û got: “Bila gelê me qet meraq neke, wê ev hevalên me yên rehîn hatine girtin di nêz de azad bibin.”

Bûldan, bal kişand ser êrîşên li ser HDP’ê û doza girtinê ya derbarê HDP’ê, fezleke, lêpirsîn û doza Kobaniyê. Bûldan got: “Dê gel nehêle ev partî bê girtin. Armanca wan, siyaseteke bê HDP’ê ye. Lê HDP li vê axê zexim zîl dayye, qurifandina wê ne pêkan e. Her ku ew êrîş dikin, em bêtir xurt dibin û wêrek dibin. Kesên dixwazin partiya me bigirin, bila werin Kocaeliyê û bibînin ku girtina wê ne pêkan e.”

Bûldan, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurd jî û got: “Helbet, yekîtiya Kurdan girîng e. Ez careke din meseleya yekîtiya neteweyî destnîşan dikim. Divê çêbibe. Hêzên demokrasiyê jî divê xwedî helwesteke hevpar bin. Heger kurd yekîtiya xwe çêkiribûna, wê niha bi êrîşên nîjadperest nehatana kuştin. Dê ziman û nasnameya wan ev qasî nehatana qedexekirin. Hê jî ne dereng e. Êdî dema yekîtiya kurdan hatiye. Demildest divê gav bên avêtin.”

Bûldan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibin, ji lewre tecrîd bandoreke pir neyînî li seranserê Tirkiyeyê kiriye. Bûldan got: “Divê li tu girtîgehê tecrîd pêk neyê. Li dijî vê neheqiyê, divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Çawa em ji bo derketina Gergerlîoglû têkoşiyan, ji bo azadiya hevalên me yên din jî divê em bitêkoşin. Ji xeynî serketinê tu alternatîfek me tune ye. Di têkoşîna aştî û demokrasiyê de rêya me hemûyan vekirî be.”

Bûdan wiha domand: “Ji bo rêyên çareseriya demokratîk bixitimînin 6 sal in li Îmraliyê bê hiqûqî tecrîd li ser Birêz Ocalan tê kirin. Armanên van hemû polîtîkan, domandina darbe-qeyûm-nelirêtî-çete û mafyayê ye. Em ê ji her demê bêhtir têkoşînê bikin. Tecrîd ne li ser kesekê tenê ye. Li ser herkesê ye, li ser civakê ye, li ser siyaseta demokratîk e. Pirsa Kurd ne tenê pirsa HDP’ê ye. Pirsgirêka hemû partiyên siyasî, parlemeto, saziyên civak sivîl û demokratîk e. Divê di vê mijarê de hê zêdetir bi cesaret, biyaryardar û domdarî polîtîka bê kirin. Derbasbûna sîstemeke demokratîk, bi çareseriya demokratîk a pirsa Kurd re derbasdar e.”

ANF

Back to top button