ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Partiyên Sûrî û Kurdî hevdîtinek ji bona lêkolîna Formasyona Eniya Demokratîk pêkanîn

Hijmareke ji partiyên Sûrî û kurdî hevdîtinek li navenda giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ê ji bona lêkolîna Formasyona eniya demokratîk pêkanîn.
Hevdîtinên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD, Pêşeroja Sûriyê, Aştiya demokratîkî kurdistanî, Yekîtiya Niştimanî Kurdistanî,Yekîtiya Lîbralî Kurdistanî, ji bona nerînên xwe di vê qonaxê de parve bikin û pêwîstiya eniyek niştîmanî dîmokratî ji bo demokratiya Suriya bê avakirin tekez kirin.
Ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (Hediya Elî û Şêxmûs Ehmed), partiya pêşeroja Suriyê (Ibrahîm Elqaftan, Hevrîn Xelef, Cella Hemzawî, Merwan Hesen), partiya aştiya demokratîkî kurdistanî(Telal Xelef), partiya rallya kurdistanî(Mihemed Ebas) û yekîtiya Lîbralî kurdistanî(Ebîr Hesaf) hazir bûn.

Şande li ser rewşa dawî li suriyê û têgihiştina kirîzên li ser civaka sûrî yê beriya 7 salên çûyî ku derbas bûn û li ser giringiya dîtina yekbûyîna siyasî di Eniya Demokratîk de. Wekî din li ser girîngiya yekbûna nêrîna ramiyarî di eniya demokratîk de tekez kirin. Destnîşan kirin kû grînge partiyên siyasî di nava xwe de hevkariyê bikin da kû bighêjin çareseriyekî ji pirsa Sûriye re.
Herwiha endamên pêşeroja sûriyê li ser bernameyê xweyî siyasî û nerînên xwe li ser rewşa sûrî anîn ser ziman, û kêfxweşiya xwe ji bona naskirina partiyên tevgera civaka demokratîk ragihandin.

Back to top button