ÇalakîManşêt

Partiya me civînek girseyî li navçeya Çelebiyê li dar xist

Partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh(22Hezêranê) li Bakûrê navşeya Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê civînek girseyî li dar xist, her wiha endamên saziyên Rêvebera Xweser, û kesayetên serbixwe beşdar bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştra endamê meclisa giştî ya partiyê Bekir Hac Îsa axivî li ser pêşketinên dawî yên derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî, û helwesta partiyê ya ku piştgiriyê dide vê diyalogê ku armanc dike yekîtiya refa Kurdî bêyî rakirina partiyek, her wiha Hec Îsa di axaftina xwe de tekez kir ku Rêveberiya Xweser destkeftiyek dîrokî ye ku divê ji gefên derve were parastin.

Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de Bekir Hec Îse destnîşan kir li ser bertekên zagona Qeyser, û diyar kir ku tenê çareseriya van cezayan ew e xweradestkirin e di derbarê piştgiriya rêveberiyê di projeyên piçûk û pêşketina wan.

Mizgîn Xelîl rêvebera di Kongreya Star li ser rola jinê di Rêveberiya Xweser de û pêşketina wê de axivî,  her wiha destnîşan kir û got: Jin her dem armanc e ji aliyê dijmin ji ber ku hebûna xwe îsbat kir di qada şer de weke li qada siyasî li gel mêr, her wiha ji beşdaran re diyar kir ku armanca hikûmeta Turikiyê ji topebarana Başûrê Kurdistan û Şenglê û herêmên parastinê yên rewa ew e têkbirina îradeya gelên me ye.

Civîn bi guhdarkirina nêrînên beşdaran bi dawî bû.

             

Back to top button