ManşêtNûçe

​​​​​​​Partî û saziyên Bakur daxuyaniyeke hevpar da û banga berxwedanê kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, Komeleya Piştgirî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED-TUHAD-FED), Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê, Komeleya Piştevaniya Civakî ya bi Koçberan re û Çandê (GOÇ-DER)  têkildarî êrişa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zê, Metîna û Avaşîn yên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin daxuyaniyeke hevpar da.

Di daxuyaniyê de hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, cîgira hevseroka giştî ya HDP’ê Feleknas Uca, Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek saziyên demokratîk ên bajêr amade bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DBP’ê ya Amedê hate dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Feleknas Uca û ya bi tirkî jî ji hêla Saliha Aydenîz ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hikumeta AKP-MHP’ê bi hilweşandina maseya Muzakereya Demokratîk re dawî li Peymana Dolmabahçeyê anî û ji  Darbeya 7’ê Hezîranê heta niha li Tirkiyeyê polîtîkayên herî giran ên şer, înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê didomîne. Pirsgirêka Kurd a ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Li şûna vê pirsgirêkê bi rêbazên muzakereyên demokratîk çareser bike, israra xwe ya di polîtîkayên şer de didomîne. Ev pêvajoya ku bi tecrîda Îmraliyê dest pê kir, bi dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojava, bi girtina wekîlên hilbijartî, bi destê qeyûman ve desteserkirina şaredariyan, bi îşkence û qetlîamên li dijî girtiyên siyasî yên di zindanan de, bi operasyonên li dijî xebatkarên siyaseta demokratîk û gelê Kurd, bi komploya girtina HDP’ê, girtin, îşkence û qetlîaman bênavber berdewam kir. Li gel van pêkanînan jî gelê Kurd serê xwe netewand û berxwedana xwe hîn mezintir kir.

Di Newroza 2022’yan de bi milyonan kes herikî qadan û helwesta xwe nîşan dan. Xuyaye ku AKP-MHP ji bo parastin û domandina desthilatdariya xwe, dixwaze êrişên xwe zêdetir bikin. Ji Newrozê heta niha bi hezaran welatiyên me yên li Kurdistanê, di encama operasyonên çavtirsandinê de hatine binçavkirin û girtin. Lê belê ev pêkanîn çawa ku duh encam nedan, îro û sibe jî dê encam nede. Em êrişa artêşa Iraqê ya duh a li ser Şengalê jî li gel vî şerê qirêj bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em bi têkoşîna gelê Şengalê re ne.

Li ser vê bingehê em bi taybetî jî bang li gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hunermendên Kurd, komên olî û rayedarên Kurdistanê dikin ku li hemberî vî şerê qirêj, li hemberî hemû hêzên ku di vî şerî de cih digirin û PDK’ê bi helwesteke hevpar berteka xwe nîşan bidin û xwedî li berjewendiyên civakî yên gelê Kurd derkevin.

Ev polîtîkayên şer ên qirêj, îmha û înkarê tenê bandorê li gelê Kurd nake. Gelên Tirkiyeyê jî di dîroka xwe de bi talana herî mezin a siyasî, aborî û xwezayî re rû bi rû mane. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, ev pirgirêkên piralî jî ji holê ranabin. Ên ku hêviya vê yekê dikin jî di nav xeletiyeke mezin de ne. Ên ku li hemberî şerên li herêmê û cîhanê bertek nîşan didin û li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd û gelê Kurdistanê bêdeng dimînin, şirîkê van polîtîkayên şer in. Ên ku êrişên dagirkeriyê û şerên hegemonyayê yên ku li ser axa Filistînê û Ukraynayê pêk tê, bi awayeke tund şermezar dikin û helwesta xwe nîşan didin; Heta ku heman helwestê  li hemberî polîtîkayên şer û înkarê yên li ser Kurdistanê û gelê Kurd jî nîşan nedin, divê neyê hêvîkirin ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk.

Em bang li hemû şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr-hunermendên Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê Kurd re bin. Ev şer herî zêde bandorê li civaka Tirkiyeyê dike û wê ev bandor bidome. Roj bi roj wê rejîma dîktatorî pêş bikeve, demokrasî lawaz bibe, talana aborî berdewam bike.

Li ser vê bingehê em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li hemberî van polîtîkayên şerê qirêj, siyaseta aştiyê pêş bixin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.

Saziyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “KCD, DBP, HDP, TJA, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, MEBYA-DER, MED-TUHAD-FED, MER-DER, Komeleya Çandê ya Dîcle Firat û GOÇ-DER.

Piştî daxuyanî hat dayîn, endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran jî axivî û wiha got:

“Em wek dayikan bangî Barzanî dikin. Êdî navê birêz ji ser zimanê me çûye. Yanî eger wî Helebceyê ji bîra kiribe, ‘dibê elîf û bê ez elimandim dersek çê’. Seddam jî wî elimand dersa kîmyasalê, şidetê, kuştinê, girtinê. Wî dersa Saadam hilanî ye. Wî dersa însanetiyê hilneda ye. Gelê Kurd wek lîderekî lê dinêrî. Eger wextê ku Seddam qulîbî kêfa gelêk urd hat. Kurdên bakur gotin, ‘me lingek Kurdistanê li başûr danî’. Lê mixabin me nizanibû dijminê herî giran ji xwe re çêkiriye. Îro zarokên Kurdan ji bo azadiya vî gelî, li başûr berxwedanek mezin dikin. Lê ew qatilê zarokên Kurd û tirkan tev de ye. Eger li çiyayê Kurdistanê bombebaran dibe, ev tiştek ne ji rêzê ye. Em wî şermezar dikin. Em dibêjin te Helebce, zilma Seddam ji bîra kir, lê tu jî bûyî Seddamê duyemîn. Di demek nêzîk de ew ê destê dayikan di qirika we de be. Yê we jî hema eşîrkî tenê ye, xwe bi xwe ye.”

ANHA

Back to top button