ManşêtNûçe

Parlamenterê dijber Tirkî: Avakirina girtîgehan ji Partiya Dadê re pêşîn e

Der barê civînek perlementoya Tirkiya ku di vê dawiyê li dar ket; cîgerê Partiya Gel a Komarê yê dijber Abdul Letîf Şinîner eşkere kir hejmara girtîgehên ku hatin ava kirin li Tirkiya ji destpêka ku Partiya Dad û pêşveçûnê hukm li welet girt.

Şinîner got di mudaxeleya wî de Partiya Dad û Pêşveçûnê tawanbar kir: Salek nîne ku me nedît girtîgehek tên ava kirin, Partiya Dad û Pêşveçûnê 141 girtîgeh ava kiriye ji destpêka girtina wî ji hukmê di sala 2020 û heta 2014’an de, ev çênebûye ji destpêka damezirandina Komara Tirkiya.

Cîgerê dijber Abdul Letîf Şinîner da xuyakirin li ser hejmara girtîgehên ku hatin avakirin got: 14 girtîgeh di sala 2014’an hat avakirin,18’girtîgeh di 2015’an, 38 girtîgeh di sala 2016’an, 12 girtîgeh di sala 2017’an, 26 di 2019’an û 18 girtîghe di sala 2020’an, îşaret kir ew e 39 girtîgeh di sala bê de bê vekirin, tekez kir ku bi hebûna girtîgehên nû wê hejmara girtîgehan bilind bibe yên ku hatin ava kirin di der barê Heşt salên borî wê bibe 180 wiha lê zêde kir: Di dema heyî de 355 girtîgeh li Tirkiyeyê hene.

Di axafitina xwe de û li gorî hejmarên ku Şinîner pêşkêş kirin girêdayî hejmara girtiyan, hejmara girtiya 58 hezar bûn di zindanên Tirkiyeyê de sala 2002 lê belê hejmar bilind bû 291500 di sala 2019’an de.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye ji hêla mezinbûna nifûsa xwe ya girtîgehê ve di cîhanê de heştemîn welat e.

Back to top button