ManşêtNûçe

Buroyên jin di partiyên siyasî de biryara li dijî çalavkvana “Leyla Guven” hatî dayîn şermezar kirin

Rêxistinên Jin û Buroyên jin di nava partiyên siyasî de li Bakur û Rojhilatê Sûriy roja pêncşemê di dîroka 2020-12-24 daxuyaniyek da raya giştî di der barê briyara hat derxistin der heqê siyasetmedar Leyle Guven, daxuyanî li Parka Xwendinê li Qamişlo hat dayîn.

Daxuyanî ji hêla Îxlas Hijo endama buroya jin di Partiya Modernîteya Demokratîk li Sûriya hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Di binpêkirinek eşkere de û dijber ji hemû peymnên navdewletî, hikumeta Dad û Pêşveçûnê di riya desthilatdara xwe ya zordar bi derxistina biryara girtinê der heqê çalakvana siyasî û perlementoya Kurd Leyle Guven 22 salan lê birî, bi henceta têkiliyên wê bi aliyên terorê, ev hikum delîleke zelal e ji nebûna rêzgirtina nirxên siyasî û mirovahiyê bi riya dadgeha sîstematîk girêdayî desthilatdara Dad û Pêşveçûnê.

Ev biryar di nava binpêkirin û siyasetên ku hikumeta Tirkiya pêk tîne ji bo têkbirina pêkhateyan û çandên wan di jiyanek hevbeş de bi azadî û demokratîk, bi taybet binpêkirinên sîstematîk li dijî jinê bi taybet girtiyên jin ku rêbazên dûrî nirxên mirovahiy li dijî wan pêk tînin di riya tazîkirina wan ji cilên wan û lêpirsîna bi wan re.

Em di rêxistinên Jin de di nava Partiyên Siyasî li ser daxuyaniyê îmze kirin em bi gotinên tuj biryara hikuma zalim der heqê têkoşr Lelya Guven şermezar dikin, ya ku roleke wê yî berbiçav hebû di pêkanîna Yekîtiya Niştimanî û mafên pêkhateyan, em vê biryrê dihesibînin di nava siyasetên dîktatorî ji hikumeta Dad û Pêşveçûnê, di nav de siyaseta bêdengiyê jî.

Di vê çarçoveyê de em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin bi destwerdana bi lez ji bo sînorekî ji mîna van siyasetên hundirîn û derveyî ji kikumeta Tirkiyeyê re deynin, ya ku dibe alîkar ji vgerîna avakirina komên tundraw û radîkal û dibe metirsiyek li ser herêmê bi taybet û civaka nvdewletî.

Silav ji têkoşer Leyla Guven û azadî ji hemî girtiyên ramanê di zindanên Tirkyeyê de.

Partiyê ku îmze kirin e:

Desteya Jin di Partiya Aştî a Demokratîk a Kurdistanî.

Buroya Jin di Partiya Siryan li Sûriya.

Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriya.

Partiya Têkoşîna Demokratîk.

Buroya Jin di Partiya Modernîteya Demokratîk li Sûriya.

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Sûrî.

Sendîkaya karkeran.

Partiya Biratiya Kurdistanî.

Şepêla Pêşerojê a Kurdistanî.

Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat.

Partiya Kesk a Kurdistanî.

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanî.

Tevgera Nûkirina Kurdistanê.

Partiya Sûriya Pêşerojê.

Back to top button