ManşêtNûçe

Parêzerên Tirkiyê li dijî qanûna wisayetê li ser sendîkaya parêzeran ferz dike, derketin

Parêzerên alîgirên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bang kir ku roja sêşema were kom bibin û piştgirya hewldanên AKP`ê û MHP’ê bikin, da ku qanûnên sendîkayê bixin bin hakimiyeta hikumetê, her wiha qanûnên sendîkayan û sîstema hilbijartinên meclisên wê biguherin û parlamantoya Tirkiyê re pêşniyar bikin.

Lê serokê Sendîkaya Parêzeran a li Stanbolê li dijî vê yekê bang kir ku roja sêşema li hemberê kom bibin. Qanûn jî dê roja çarşemê ji parlamantoyê re were pêşkêşkirin.

63 serokên di nava sendîkaya parêzeran a li Tirkiyê de projeya qanûnên dê werin pêşkêşkirin red dikin. Anku ji sedî 80 ji parêzerên li welat in û hejmara wan 125 hezar parêzer e.

Sendîkaya Parêzeran di her du hefteyên derbasbûyî de li 80 wîlayetên Tirkiyê li dijî projeya qanûnan derket û heta meşek gihaşt paytexta Enqerayê jî, lê polîsên Tirkiyê 27 seatan xwepêşandêr sekinand û paşê hişt ku derbasî paytextê bibin.

Ji ber van bûyeran serokê sendîkaya parêzeran a li wîlayeta Antalya, Polat Balkanê gilînameyek li dijî wezîrê karê hundirîn Suleyman Sowailo û waliyê Enqerayê Wasib Şahîn û hin polîsên wîlayetê pêşkêşî nivîsgeha dozgerê giştî yê Enqerayê kir. Ew jî ji ber rê nedane ku xelk bertekên xwe rehet nîşan bidin û ne baş nêzî xwepêşandêran bûne.

ANHA

Back to top button