Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziya Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.
Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, di 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi muwekîlê xwe re bicivin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di bin îdîaya ‘Nexşerê’ ya ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de qalê kiribû, di 23’ê Îlonê de 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran li Ocalan birîbû.