DaxuyanîManşêt

Ji bo raya giştî

Li goî nûçeyên derketine ku hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanî li gel hêzên bi navê Pêşmergên Roj komek ji hêzên girîla ên Kurdistanî ji bajarê Amediyê hedef girtin di encamê de windabûna can û birndar ji her du aliyan de çêbû, li ser vî esasî em vê êrîşa ku li ser girîla hat ji hêla pêşmergeyên Roj şermezar dikin, û birakujiya Kurdî-Kurdî a ku pêşeroja gel û hebûna me dike şermezar dikin, û em bang dikin ji bo rawestandina vê sûcê der heqê gelê me di zûtirîn demê de.

Di dema ku kurd bûn hêzeke îstratîkjîk li herêmê, û serkeftinên dîrokî bidestxistin û parastina mirovahiyê bi giştî kirin li dijî hovtrîn rêxistinên terorê di cîhanê de mîna DAIŞ’ê û hêzên piştgiriya wê dikin, dewletên ku Kurdistan dagirkirine û di serî de Tirkiya kar dike ku van destkeftiyan têk bibe û kurdan bike qurbanî ji bo armancên wê ên dagirkeriyê li herêmê, ku kar kir di dema borî de li ser bi kar anîna DAIŞ’ê, ji ber vê yekê dest bi kar anîna kaxiza dawî kir ew e fitneyan biafrîna di navbera hêzên Kurdî.

Ji ber vê yekê bûyerên ku li başûrê Kurdistanê çêdibe ew e komployek Tirkiyeyê ye, di riya brakujiya Kurdî-Kurdî Tirkiya dixwaze hebûna kurdan weke gel û weke hêzeke bingehîn li herêmê têk bibe.

Tirkiya ne tenê dijminê Partiya Karkerên Kurdistanê ye an ji Bakurê Kurdistanê, lê bel ew dijmine ji her kurdekî bi azadî û rûmet jiyan dike, helwesta wê ya li ser pêvajoya referandûmê li herêma Kurdistanê delîla herî baş a wê yekê ye.

Tevî bangên domdar ji gelê me bi diyalogê re lê hinek ji pêşengên Partiya Demokratîk a Kurdistanî zimanê sûcê bi kar anîn. Daxuyanî û helwestên ku birêz Mesrûr Barzanî da di demên dawî de destkeftiyên Kurdî dixe xeteriyê de û nixumandinek peyda dike da ku meşrûiyetê bide êrişên dewleta Tirk li çar parçeyan li dijî gelê me.

Em bang li rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanî dikin ku çareseriyek aştî deynin û dest bi diyalogan bikin; ji ber ku tu encam ji rêbazên leşkerî re tune ye.

Divê hemû alî kar bikin ji bo vemirandina vî agirê ku wê me bi giştî bişewitîne. Divê Pêşmerge nebe parçeyek ji komploya li ser gelê me; ji ber ku pêşmerge divê çek di rûyê dijmin tenê bilind bike û ne di rûyê birayên xwe de.

Di dawî de em bang li gelê xwe dikin li her çar parçeyên kurdistanê û di hemû cihî de di cîhanê de kar bikin ji bo rawestandina vê sûca der heqê me pêk hatiye, û em li hember vê komployê bisekinin û em xebat bikin da ku van pilanên dijmin vala derxînin

Na ji brakujiya Kurdî-Kurdî

Bijî Yekîtiya Neteweyî ya kurdî

Rûmet û ebedî ji şehîdên azadî û rûmetê re

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)

2020-12-15

Back to top button