KurdistanManşêtNûçeRêveberiya Xweser

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li başûr salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê pîroz kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê li herêma Kurdistanê şahiyek bi boneya salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê li salona Baxan li bajarê Silêmaniyê li dar xist.

Bi sedan ji kurdistaniyan, nûnerên partiyan, hêzên siyasî, çalakvan û rêxistinên civaka sivîl tevlî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre 11 mûm hatin vêxistin ji bo salvegerê, gotin hatin kirin ji hêla nûnertiya Rêveberiya Xweser li başûr Evîn Siwêd, bi navê Eniya alîkariya rojava Ardlan Fatih her wiha vîdyoyek Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî hat nîşandan.

 

Back to top button