ÇalakîKurdistanManşêt

Nûnertiya partiya me li başûr salvegera damezirandina Partiya Niştimanî ya Kurdistanê pîroz dike

Îro Şandeyeke ji nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê serdana nivîsgeha Partiya Niştimanî ya Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kir, bi armanca pîroz kirina salvegera 27’emîn ya damezirandina partiya wan.

Şandeya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji Dr. Cawîdan Kemal nûnerê partiyê li başûr, endama nivîsgeha têkiliyên nûnertiyê Bêrîvan Mihemed pêk hat, û ji aliyê sekretêrê partiya niştimanî Cebar Mîrza Rustimî û endamên rêvebriyê û nivîsgeha siyasî hatin pêşwazî kirin.

Di serdanê de her du aliyan pêşketinên rewşa siyasî li ser asta herêmî û kurdistanî bi giştî û rojava û başûr bi taybet nîqaş kirin, destnîşan kirin li ser domandina têkiliyên bratiyê di nabera her du aliyan û kar bê kirijn ji bo berfirehkirina alîkariya hevbeş di nêzîkbûna nirînan de di navbera aliyan û hêzên kurdistanî de bi armanca parastina berjewendiyên hevbeş yên gelê kurd.

Back to top button