ManşêtNûçe

​​​​​​​Nûnera MSD`ê li Misirê: Tirkiye gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwe

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Misirê Leyla Mûsa daxuyand ku parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê li gorî mantiqê hikumeta AKP`ê, bi rêya rêxistinên îslamperest pêkan e. Leyla Mûsa teqez kir ku dewleta Tirk ewlehiya nîştimanî ya Sûriyê bi tevahî û hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bê îstisna, dike hedef.

Têkildarî xeteriyên siyaseta dewleta Tirk li ser gelê Sûriyê, Leyla Mûsa ji ANHA me re nirxandin kir. Leyla piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi siyaset û stratejiya xwe ya bi rêya Îslama Siyasî pêk tîne, li nava civak û hikmeta Misirê cihê fikaran e, ji ber ku avakirina hebûna îslamperest a radîkal li bakurê Sûriyê, li dijî ewlehî û aştiya tevahî herêmê gefeke cidî ye, her wiha piştgirîdayîna manewî ya ji bo rêxistinên îsalmperest ên li welatên din e.

HEVPEYVÎNA BI LEYLA MÛSA RE WIHA YE:

Dewleta Tirk a dagirker bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî gefên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê dixwe. Ji beriya çend salan ve êrişên wê li dijî herêmê ranewestiyane. Bi nêrîna we, armancên rastîn ên dagirkeriya Tirk çi ne?

Êdî haya her kesî ji armancên mêtingeriyê yên hikumeta AKP`ê heye. Wekî hûn jî dizanin, dewleta Tirk a dagirker xwedî projeya “Mîsaqî Millî” ye, ku armanc jê dagirkirina tevahî bakurê Sûriyê ye.

Ev hikumet bi siyaseta xwe ya pragmatîk tê naskirin, ku hemû şert û mercan li gorî ajandeya xwe bi kar tîne. Vê carê jî mijûlbûna cîhanê bi şerê Ukraynayê wekî amûreke şantajê bi kar tîne da ku li hember hin xizmetên ku pêşkêş dike, civaka navneteweyî neçarî pêkanîna daxwazên xwe bike û têkçûna siyaseta xwe ya hundirîn binixumîne. Li Tirkiyê ji aliyê aborî, mafên mirovan û hwd ve krîzên cidî hene.

Ev êrişên dewleta Tirk çiqasî li ser pêkhateyên herêmê xeter in, gelo tenê Kurd di hedefê de ne, yan jî bihane ne ji bo berfirehkirina qada mêtingeriya xwe ye?

Bandorên xeter ên van êrişan hene, dê ne tenê li ser pêşeroja Sûriyê lê belê li ser siberoja ewlehiya tevahî herêmê jî bandorên wê yên bi karesat hebin. Armanca wê qutkirina herêmên Sûriyê û dubarekirina senaryoya Lîwa Iskenderon, Qubrisê û xirakirina aştî û îstiqrara herêmê ye. Bi wê yekê dê derfetê bide çalakirin û birêxistinkirina DAIŞ`ê. Ya ji wê hê jî xetertir, bicihkirina hemû rêxistinên tundraw  li herêmên di bin dagirkeriya wê de ye, wekî Îxwan Muslimîn û DAIŞ`ê.

Dewleta Tirk li sînorên bakurê Sûriyê komên îsalmperest ên radîkal bi cih dike, bi wê yekê bakurê Sûriyê vediguherîne bombeyên li ber teqînê, yên gefê li aştî û ewlehiya navneteweyî dixwin.

Em dûr nabînin ku bakurê Sûriyê bibe çavkaniya sereke ya wana, dibe ku ji rêxistinên wekî Îxwanan li Misirê, Qaîde li Efganistanê û DAIŞ li Iraqê jî tundrawtir be.

Da ku dewleta Tirk projeya xwe ya mêtingeriyê li bakurê Sûriyê bi cih bîne, pêwîstiya wê bi bêdengkirina civaka Tirkiyê û kişandina cîhana îslamî û neteweyî ya Tirkiyê bi aliyê xwe ve heye. Her wiha pêwîstî heye aliyên navneteweyî pêkanîna vê êrişê qebûl bikin. Ji lewra, ew bihaneyên bêbingeh dixe rojevê, da ku ne tenê Kurdan lê belê hemiyan bike hedef. Nîşaneya wê yekê jî ew e ku heta li herêmên ku piraniya niştecihên wan Ereb in, siyaseteke sîstematîk a tirkkirinê dimeşîne û bi rêya komên îsalmperest ên tundraw hemû cureyên binpêkirinên li dijî pîvan û peymanên navneteweyî û mirovî li dijî şêniyên wan herêman pêk tîne.

Tirkiye “Herêma Ewle” û dersînorkirina penaberên sûrî bo wan herêman îdia dike. Di heman demê de li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rewşa leşkerî, ewlehî, civakî û jiyanî xirab e. Li wan herêman bi taybet li Efrînê xwepêşandan jî pêk hatin. Gelo hikumeta Tirkiyê behsa kîjan ewlehiyê dike. Hûn rewşa li wir çawa dixwînin?

Ya rastî, stratejiya hikumeta AKP`ê ji avakirina herêma ewle, avakirina kembereke ewle ji bo komên îslamperest ên tundraw e ku amûrên wê yên pêkanîna ajandeyên wê li welatên din e. Ev kember dê ji bo mayîndekirina hebûna rêxistinên terorîst, garantî be.

Her wiha ev kember dê bibe sedema berdewamkirina nakokî û tevliheviyê û pê re dê destwerdana dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê misoger bibe.

Dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi rêya peymanên qirêj yên bi hin dewlet û hêzan re, ligel bêdengiya navneteweyî ne ji ber ku ev herêm ne ewle ne çêbû, lê belê ji ber ku li vê herêmê cara yekemîn di dîroka Sûriyê ya nûjen de tecrubeyeke nîştimanî ya demokratîk li derdikeve.

Li gorî mantiqê dewletên zordest ên dîktator, bo nimûne Tirkiye, ev tecrubeya nû diwelide, gefan li hebûna wan dixwe. Ji ber wê bi hemû derfet û amûrên xwe hewl dide vê tecrubeyê tune bike û hîna jî vê yekê dewam dike. Ruxmî ku DAIŞ li ser sînorê wê hebû, lê me pê nebihîst ku hikumeta AKP`ê ji ber gefên li ser ewlehiya xwe ya neteweyî gazinan dike.

Li gorî hikumeta AKP`ê, parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê bi rêya rêxistinên îslamperest dibe.

Têkildarî bûyerên li Efrînê diqewimin, ev encama binpêkirin û sûcên li dijî gel, rewşa jiyanî ya xirab û rewşa ewlehiyê ya tevlihev e. Gel li dijî zordariyê rabû û banga jiyaneke bi rûmet kir, helbet dê rewşeke wiha qebûl neke. Piştî eşkerebûna derewên Erdogan ên piştevaniya gelê Sûriyê, êdî gel qebûl nake ku ji bo berjewendî, ajande û stratejiya Tirkiyê bazirganî pê were kirin.

Ev gaveke girîng e ku gelê Sûriyê sînorekî ji bikaranîna wan wekî amûrekê ji aliyê dewleta Tirk ve deyne, ku bi rêya sûriyan dixwaze erdnîgariya Sûriyê qut bike, tevna civakî ji hev bixe, demografiya Sûriyê biguhere û aramiya wê xirab bike.

Em bên ser bertekên hêzên herêmî li hember gefên dawîn ên dagirkeriya Tirk û êrişên li djiî herêmê, hûn van bertekan çawa dinirxînin, gelo ji bo rêgirtina li rejîma Tirkiyê têrker in?

Tirkiye bi van gef û dagirkeriyan gefeke cidî li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêdike. Bi her operasyoneke ku pê radibe, teror û tundrawiyê zindî dike. Eger dewleta Tirk dev ji siyasetên xwe berde, tenê bi wê yekê dê teror ji çavkaniyên wê de bê tunekirin.

Ruxmî ku civaka navneteweyî vê rastiyê dizane jî, lê bertekên wê niha ne di asta tê xwestin de ye. Wekî min berê jî got, berjewendî berî her tiştî ne.

Hêvî dikin ku li hember van gefan, civaka navneteweyî gavên cidî û pratîk biavêje. Em ji gelê Sûriyê jî hêvî dikin ku rê nedin ku bibin qurbaniyên van projeyan û amûrên pêkanîna siyaset û ajandeyên derve yên dibin sedema parçekirina gel û xak Sûriyê.

Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokatîk bang li hikumeta Şamê kirin ku bi erka xwe ya nîştimanî rabin û erdê Sûriyê biparêzin. Bi ya we be, niha çi ji hikumetê tê xwestin?

Herêmên ku Tirkiye gefa dagirkirina wan dixwe, erdê sûrî ye. Ji ber wê, erka hikumeta Şamê ye ku bi erkên xwe yên nîştimanî rabe û li hemberî van gefan bisekine û yekitî û serweriya Sûriyê biparêze.

Em bi hêvî ne, tecrubeya Efrîn û herêmên din ên dagirkirî dubare nebe. Em li pêş qonaxeke dîrokî ya çarenûsî ne. Di heman demê de ev derfeteke ji bo yekirina eniya hundirîn a Sûriyê li hember projeyên dagirkerî û mêtingeriyê yên aliyên derve û vegerandina herêmên dagirkirî.

Ji ber ku tiştê Tirkiye dike, ne tenê li dijî pêkhate yan tayîfeyekê ye, lê belê ewlehiya nîştimanî ya Sûriyê bi tevahî hedef digire. Her wiha hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bê îstisna dike hedef.

Hûn li Misirê xebatên dîplomatîk bi rêve dibin, helwesta hêzên siyasî yên misirî li hember gef û êrişên Tirkiye çi ne gelo?

Siyaseta û stratejiya ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya amûrên xwe yên Îslama Siyasî dimeşîne, di nava gel û hikumeta Misirê de fikaran çêdike. Ji ber ku avakirina hebûneke îslamperest ya tundraw li bakurê Sûriyê ye, di heman demê de gefeke cidî li dijî ewlehî û aramiya tevahî herêmê ye, her wiha piştgirîdayîna manewî ya rêxistinên îslamperest li welatên din e. Li ser vê esasî, hevbendiya nîştimanî ya partiyên siyasî yên Misirê vê dawiyê gefên dewleta Tirk ên pêkanîna operasyoneke nû ya dagirkeriyê li bakurê Sûriyê şermezar kir.

Back to top button