185 rojnamegerên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê têkildarî 179 rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê hatîn binçavkirin daxuyaniyek hevpar dan û binçavkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin.
Daxuyanî wiha ye: “
“Di 8’ê Gulanê de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsên Tirk ve 21 rojnamegerên li Jinnews’ê, Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Xwebûn, Komeleya Dicle û Firat, û Produksunên Pel û Piya kar dikirin hatin binçavkirin
Binçavkirina rojnamegerên Bakurê Kurdistanê ji êrişên berfihek ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ne cudane. Hewlanekî ji bo guh û çavê welatiyan ji êrişan bigire ye.
Dewleta Tirk bi vê pêla binçavkirinê hîmên demokrasiyê binpê dike û li dijî yasayê kar dike.
Em weke rojnamegerên Başûrê Kurdistanê û Iraqê û rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê karê rojnamegerî dikin, li dijî binçavkirina hevpîşeyên xwe ne û hemû hewldanên ji bo tengkirina azadiya karê rojnamegerî şermezar dikin. Bang li rêxistinên parastina mafê rojnamegeran dikin ku ji bo berdana rojnamegeran zextê li dewleta Tirk bikin.”
ANHA