ManşêtNûçePYD

Patrice Franceschi: Dujminê me û we yeke

Nivîskarê Firansî Patrice Franceschi weku mêvan beşdarî kongira 8 a rêxistina PYD`ê li Ewropa bû û got: Dujminê we û me yeke.

Bi giştî navaroka axaftina Patrice Franceschi:
We silav dikim
Kongira heştemîn ya PYD di demeke dîrokî de lidardikeve , em dizanin ên ku ji azadiyê ne xweş û
ên ku ji demokrasiyê ne xweş, îro êrşî Rojavayê Kurdistanê dikin, planên xwe saz dikin û birêve dibin û hewldidin ew derfetên heyî ji holê rakin.
Em hêvîdarin ku ew planên qirêj yên ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê têne birêve birin wê vala bêne derxistin û pûç bibin.
Em di wê zanebûnê de ne ku karê me hîna berdewame û çendîn hêlên tekoşînê hene, ji ber vê yekê divê delegeyên îro li virin girîngiya rola xwe ya dîrokî zanibin, divê ji bo Sitatûya Rojava were biparêzin û misoger bikin, hemû mêhvan û saziyên civaka navnetewî bi baldarî lê binêrin em carek din ji bo we serkeftinê dixewazin.

Nivîskarê Firansî wiha pê de çû:
Ez gelek kêfxweşim ku îro weku keseyatiyekê ez di nav we de me.
ez ji vê sibehê ve guhdar dikim, min li Berêz Salih Muslim, Asya û Aldar min guhdar kir tişta kû mirov li vir guhdar dike, li tu deverên din nayê dîtin û guhdarkirin. Me gelek kongire dîtin, lê herdem em rastî gongeriyên bi vê şêweyê têne sazkirin nayêntim û ev yek bê mînake, ev jî dide diyar kirin kû hûn bi ser dikevin û hûnê herdem di xebata xwe serkeftî bin.
Ez ji aliyê xwe ve, tiştekî wer ji siyasetmedarê me re jî dibêjim ege siyastemedarême bi enerjiya ku li ba heyî kar bikin wê bi rastî karekî mezin bikin û encamên mezin bi dest bixînin.
Bi rastî ewin li Rojavav kar dikin ji endamekî herî biçûk ve dest pêbike, xwedî hêrseke mezine û tekoşîneke mezin didin.
Weke nimûne siaysetmedar nivîskar ku van kêmaniyan biçûk weke kêmaiya teknîka deng a dibe ji bo we tiştekî mezin be wer nomal dinirxînin min ji aliyê xwe ve ev yek weku xweşikbûneke we dît.
ew mîkrefûn çêbû û wê kar berdewam bike. Nivîskar weha tiştan dixwînin.
Gelek caran diçûm rojava, gelek tiştên kû ji were bêjim hene, raste temenê mirov dimeşe, sê tişt yek jî çilo deswerdana Turkiye li ser Rojava û bandora wê weke li Berpirsên Tirk têne Firansa û dibêjin DAIŞ û PYD`ê weke hevin, lê ev yek bi tenê propagenda wane. bila dilê we di cî de be, em nahêlin li Firansa ew propagenda wan cî bigre, bi rastî ew piropagenda nakevê sere me û gelê Firansa, rastî ewe ku ev siyaseta Tirkiyê çewt li Tirkan vedigere û bi vê yekê dostên we bêtir dikin û bi rastî gelê Firansî jî ne ewqas bê hişe ku ev polîtîka Tirkiyê bikeve sere wan, ew rastiyan baş dibîn. çiqas ew şaşiyan pir dikin ewqas jî dostên we li Firansa zêde dibin.
Nivîskarê Firansî wiha berdewam kir:
Dostên we yên Firansî dixebetin, vê şoreşê bi ser bixin, û encam wê baş be. Destêwerdana ku Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê ve dike me nîgiran dike , hate eşkerekirin ku dujminê me yeke. lê hûn karê giştî dikin. Bi rastî ne başe kû mirov bibêje dujiminê me yeke, lê hûn bi tenê vî karî bikin û bar rakin, raste em bi hevre ne li heman sengerê . lê divê li heman eniyê jî em bi hevre bin. çi li ser asta Bakûrê Kurdistanê be û çi li ser asta Rojavayê Kurdistanê be, êdî ji mere hesantire kû em ji xelkê xwere bêjin, ka rastiya tûrkiyê çiye û ji gelê xwe bidin naskirin. Ev xala din ya girîng, turka tiştê kû kir diyar bû kû berjewendiyên Firansa ewe bi xwe ya kû berjewendiyê Rojava ye.
Ez dikarim bêjim ku li bermberî tiştên ku Dewleta Tirk divê demê de dike perjewendiyên Firansa û Rojavayê Kurdistanênê yekin.

Em weke dostên we yên Firansî me diakrî hîn baştir alêkariya we bikin, dema dostanî hebe û dostê mirov di rewşek nebaş debe divê mervim alîkariya hev bike, ez dikarim ji were bêjim dostên we yên Firansî li gel wene, em soz didin ku çiqas dem bixwe bila bixwe heta kû Rojava bibe axake azad emê ligel we bin.

Navenda Ragihandina PYD li Ewropa

Back to top button