ManşêtNûçePYD

Endamê Partiya Die Linke a Alman “Martin Dolze” : Berxwedana we bi rûmete

Destpêkê bi Kurdî silav li endamên kongirê kir û got min çend caran serdana Rojava û Bekûrê Kurdistanê kiriye.
Parlementerê Alman daxuyakirin ku ya li Rojava û Sûriyê tê kirin şerê cîhanê yê siyeme û gelek alî dest werdene pirs û şerê Sûriyê dikin û her wiha got: Lê li bermberî vê yekê em dibînin ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd û netewên din li gel hev rêvebiriyekê birêve dibin û diyarkir ku wî piştî Girê Spî hate rizgarkirin serdana Girê Spî kir û rastî bi çavênxwe dîtin ku çawa DAIŞ komkujî li Girê Spî pêkanîne.
Perlemanterê Alman her wiha behsa berxwedana Kobanê kir û ev berxwedan bi berxwedaneke bi rumet û mezin nirxand, di dawiya axaftina xwe de silav li hemû berxwedêrên Rojavayê Kurdistanê kirin û bi teyeb silav li şervanên YPG`ê û YPJ`ê kir.
Navenda Ragihanda PYD`ê li Ewropa

Back to top button