DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Nasir Yagiz: Çalakiya me bidawî bû lê wê têkoşîna me berdewam be

Piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxuyaniyên girtiyên zindanan, Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê,  Nasir Yagiz jî li nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Nasir Yagiz wila got: “Wekî roja yekem ku me got, tenê gotin Rêber Apo ji bo me girînge. Heta niha em bi vê rihê rêhevaltiyê nêzîk bûn, îro em bi vê rihê, li ser banga Rêber Apo, wekî hevalên xwe yên zindanan, wekî hevala me Leyla Guven çalakiya xwe bidawî dikin. Ez bejna xwe li beramberî Rêber Apo, hevalên zindanan û Tevgera Azadiyê ditewînim.

Ev bidawîbûna çalakiyê nayê wateya ku têkoşîna me bidawî bûye, têkoşîna me wê ji îro û şunde jî, ji bo demokrasî û Kurdistanek azad bidome. Ez ji hemû dayikên me yên laçik spî ku qet em bi tenê nehiştin, hemû dost û hevalên me, ji partî û rêxistinan û çapemeniya azad re ku ji roja destpêkê heta îro em bi tenê nehiştin, spas dikin.”

 

Back to top button