ManşêtNûçe

“Min efû bike Bavo”

 

Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê vê hefteyê jî aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Li Stenbolê keça Kerevan Îrmez ê di bin çavan de hat windakirin, Zozan Îrmez ji Dayikên Şemiyê re name şand û got: “Min Efû bike bavo… Dema derî lê da dengê banga te nehat min. Dengê wan ê bilind nehişt dengê te bê min.”

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 758’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin.

Polîsan destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û aqûbeta windayan bipirsin. Li ser vê yekê dayik çûn li pêş avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayikan dîsa berdilkên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy û  nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Dayikan di hefteya 758’an de aqûbeta Bavê 8 zarokan Kerevan Îrmez ê di 19’ê Cotmeha 1995’an de li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat windakirin û êdî carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

 59 heften ne tên astengkirin

Li ser navê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, Xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de hat windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, Maside Ocak daxuyanî da. Mesîde Ocak, diyar kir ku 59 salin mafê wan ê li Qada Galatasarayê daxuyanî bide tê îhlalkirin û wiha got: 59 hefte ye em dikin qêrîn. Ev nêzîkatiya Qeymeqam a li dijî Makeqanûnê îhlala Qanûna Bingehîn e. Divê bi lez dawî li vê îhlalê bînin. 59 ye di şexsê mede li Tirkiye mafê îfadeyê zê îhlalkirin. Azadiya Raman û îfadeyê tê binpêkirin. Daxwazên me zagonî ne. Em daxwazên xwe radigihînin dewletê. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Lê li şûna vê yekê polîs bi çekên giran, cop û TOMA’yan li ser serê me disekinin. Em bang li rêveberên dewletê dikin. Qerîna her dayika ku dibêje ‘Ez zarokên xwe dixwazin’ divê wekî hev bê bersivandin û pêşwazîkirin. Divê êdî êşa dayikan nekin amûra siyasetê.”

Ocak aqûbeta Kerevan Îrmez ê di 19’ê Cotmeha 1995’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsî. Ocak, anî ziman ku Îrmez bavê 8 zarokan bû. Di 24 salan de 758 hefte ye em rastî bêhiqûqiyê tên. Îrmez karê barkişandinê dikir. Berê bi dehan caran hat binçavkirin. Herî dawî Midûrê Polîsan ê Şirnexê gef lê xwar û koçî Sîlopî kir. Di 19’ê Cotmeha 1995’an de ji aliyê kesên bi cilê esker ve hat revandin. Destûr nedan ku Îrmez cilên xwe li xwe bike. Di panzêrê de cilên wî li wî kirin. Dema zarokên wî li pey wî çûn gotin ’em ê biçin îfadeya wî bigirin û bînin’ Serê sibê hevjîna wî Emine Îrmez çû dozgerî û midûreyeat polîsan û gilî kir. Xwest aqûbeta hevjînê wê bê pirsîn. Lê rayedarên polîsot ji Emine İrmez re gotin ‘Hejînê te nehatiye binçavkirin. Hemû hewldanên Emîne bê encam man.”

Ocak, da zanîn ku rayedaran diyar kirin ku Kerevan Îrmez birin Qereqola Fermandariya Cendirmeyan a Bespînê ya Navçeya Sîlopiyê û wiha axivî: “Dema malbatê bi israr pirsa wî kirin, Fermandarê Tumenê gef li malbatê xwar û got ‘Divê hûn carek din navê wî nexin devê xwe. An hûn jî dê zerar bibînin. Carek din agagî ji Îrmez nehat girtin.”

Piştî daxuyaniyê nameya ku Keça Kerevan Îrmez Zozan Îrmez ji dayikên Şemiyê re şand hat xwendin. Zozan Îrmez ji Dayikên Şemiyê re name şand û got: “Ya ku me li ser piyan dihêle hevî û baweriya me ya ku dîsa bavê min payve vegere ye. Piştî bavê min hat windakirin jiyana me qurmiçî. Şeva hatin bavê min binçav  kirin û birin tirsek di me de çêkirin û şopa wê tirsê her zindî ye. Min Efû bike bavo… Dema derî lê da dengê banga te nehat min. Denê wan ê bilind nehişt dengê te bê min. Wê demê ez hêj zarok bûm. Tirsa min ez têk birim…”

Li Amedê Mehmet Sîncar nehat jibîrkirin

Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 556’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê, xizmên windayan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin û rêveberên rêxistina CHP’ê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê dosyeya Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin, bê ronîkirin.

Kiryar hatin berdan

Yalçin anî ziman ku ev 556 hefte ne li qadan daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Divê Tirkiye bi heqîqetê re rû bi rû were. Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li gundê Vartînîs ê navçeya Korkût a Mûşê, leşkeran di operasyonê de ji malbata Ogut 9 kes kuştin. Di salvegera bûyerê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Faîl li hemberî darazê hatin berdan. Lê emê lêgerına edaletê ya malbata Ogut dewam bikin.”

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Tahîr Koçû û Dervîş Savgat ên di 1’ê Sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî yê navçeya Cizîr a Şirnexê dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.

Li Êlihê hefteya 462’emîn

ÎHD û xizmên windayan li Êlihê jî, di hefteya 462’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Xizmên Windayan, aqûbeta Hidir (63), Hatûn (31), Yeter (22) û Elîf Işik (29) û Duzalî (37), Gulîzar (34) û Dîlek Serîn a 3 salî yên li goma gundê Gokçek a girêdayî Dersimê, di 24’ê Îlona 1994’an de, di dema operasyona leşkerî de malên wan hatin bomberankirin û dûre hatin binçavkirin pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Abdurrezzak Katmaz, daxuyaniya vê heftê xwend û çîroka malbatên Serîn û Işik wiha rêz kirin: “Kesên li goma Mîrik a gundê Gokçek a Dersimê dijiyan, ji ber operasyonên leşkerî, şer û zextên leşkeran neçar man ku koçî deverên cuda bikin. Malbatên Işik û Serîn tenê li gomê diman. Di dema operasyona di 23 û 24’ê Îlona 1994’an dest pê kir de, ketin û derketina Mîrik hat qedexekirin. Leşkerên girêdayî Fermendariya Komando ya Çiyayê Bolû yên dibin fermandariya Bingeneral Yavûz Erturk de bi ser gomê de girtin. Leşkeran mal, bax û baxçeyên gomê bombeberan kirin. Leşkeran dûre ji her du malbatan Hidir Işik (63), Hatûn Işik (31), Yeter Işik (22) û Elîf Işik (29) û Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn (34) û Dîlek Serîn a 3 salî, binçav kirin. Dûre ji van kesan bi tu awayî agahî nehatin girtin.” Xizmên windayan piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê  ya 5 deqeyan li darxistin.

Li Îzmîrê aqûbeta Efeoglu û Kaçar hat pirsîn

Rêveberên ÎHD’a Îzmirê û xizmên windayan bi dirûşma; “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiya xwe li pêş Avahiya Serokwezîriyê ya Konakê berdewam kirin. Endam û rêveberên HDP’ê, nûnerên TUHAYDER’ê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Winda diyar in, faîl li ku ne” vekirin û xwest hesap ji faîlan bê pirsîn. Serokê ÎHD’a Îzmirê Prz. Zafer Încîn daxuyanî xwend û ewil aqûbeta Ayhan Efeoglu yê di 6’ê cotmeha 1992’an de li pêş Zanîngeha Yildiz Teknikê ji aliyê polîsan ve hat revandin xwend. Încin anî ziman ku piştî bûyerê malbatê serî li hemû deriyan dan, lê encam negirtin.  Încîn xwest demek berî demekê faîl bên dîtin û darizandin.

Încîn piştre aqûbeta Lutfiye Kaçar a di 5’ê Cotmeha 1994’an de hat binçavkirin û revandin xwend. Încin diyar kir ku Kaçar berê ji ber nasnameya sosyalist hatibû binçavkirin û wiha got: “Piştî ji girtîgehê derket 2 sal şûnde hat binçavkirin û windakirin. Rastî îşkenceyê hat. Piştî Lutfiye Kaçar binçav kirin û carek din agahî jê nehat girtin.”

Back to top button