ManşêtNûçe

Meşek li Hesekê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê

Lijneya Çand û Hunerê meşek duh roja şemiyê 26 li dar xistin, bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê tevlî meşê bûn, ji bo şermezarkirina siyaseta ku dewleta tirkiyeyê û komên terorîst yên girêdayî wê pêk tîne li herêmên di bin desthilatdariya hêzên dagirkeriya Tirkî.

Meşa ku tîmên Honerî û Flklorî pêşkêş kirin li kolanên taxa Miftî geriya, beşdaran drûşmeyên ku berxwedana Heftenînê silav dikin berz kirin yê ku hêzên parastina gelêrî li herêmên medyayê li herêma Qendîlê şer dikin li dijî artêşa dagirkeriya Tirkiyeyê yê ku têk çû di ketina wê de tevî bikaranîna wê hemû awayên çekên Nato yê.

Beşdaran pankartên ku li dijî dagirkeriyê û şermezarkirina binpêkirinênên dewleta Tirk li dijî gelên herêmê bi giştî û Sûriya bi taybet hildan.

Meş li pêşya navenda Lijneya Çand û Honer li taxa Miftî sekinî, li wir hinek gotin hatin kirin, di gotinan de sûcên dagirkeriyê û komên terorîst der heqê şêniyên herêmên dagirkerî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî şermezar kirin.

Beşdaran binpêkirinên rêjîma desthilatdar ya li Tikrkiyeyê ji Partiya Demokratîk ya Gelan û hêzên demokratîk yên li dijî siyseta rêjîma Dad û Pêşveçûnê  di hudirê Tirkiyeyê de şermezar kirin, her wiha bêdengiya navdewletî şermezar kirin di derbarê sûcan û hemleyên qirkirina siyasî yê ku desthilata Tirkiyeyê pêk tîne.

Hêjayî gotinê ku meş û xwepêşandanên ku saziyên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe hemû pêkhate tevlî di bin, beşdaran piştrast dikin her dem li ser pêwistiya yekbûna  refê ji bo li hember hemî siyasetên hêzên terorîst û pergalên piştgirî wê wek rêjîma Tirk  bisekinin yê ku dagirkeriya xwe berfireh kir ne tenê li Sûriyeyê û Îraqê lê belê li Lîbyayê û Yemenê û li herêmên din ew jî di riya şandia bi hezaran ji terorîstan ber bi wan herêman.

Back to top button