ManşêtNûçe

Gurên Gewr ên Tirk serhildanan gur dikin û siyasetmedarên Avusturyayî bersivê didin!  

Siyasetmedarên Nêmsayê roja Înê, binpêkirin û kiryarên ku tirkan pêk anîn ji aliyê rêxistina Gurên Gireyî yên tundraw, milê Receb Teyîb Erdogan rexne kir, bi” nayê qebûl kirin” bi nav kir, û ew “Êrîşeke li ser Demokrasiyê ye”.

Li gorî nûçeya Al-Ain komek ji rêxistina Gurên Gireyî yên netewperest yên tundraw êrîşî xwepêşandanek ku ji aliyê kurdan û çepgiran hatibû rêxistin li Viyenayê ji bo şermezarkirina faşîzmê, ku bû sedema çêbûna pêvçûnan bi kevir û şûşeyên avê, û bûyerên serhildanê berfireh, di der barê de du Polîs birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de wezîrê hundirîn Karl Nihamer daxuyaniyek roja Şemiyê da wiha tê de hat: Em tu carî  wek van bûyeran tehemûl nakin”, wiha zêde kir”Em qebûl nakin her hewildanek ji bo çareserkirina pevçûnên Tirkiyeyê li ser axa me “.

Nihamer wiha zêdekir: “Weke civak û pilîs, divê em li hember van hêzên tundraw bisekinin di welatê bi destûr wek Nêmsa, cih tune ye ji tundrawiyê”.

Back to top button