ManşêtNûçe

Matt Borrell: Hewldanên jinûve vekirina deriyê Pêşxabûr hene

Cîgirê nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê balyoz Matt Borrell serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişlo kir û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re geşedanên herêmî nîqaş kirin, her wiha diyar kir ku xebat ji bo vekirina deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) hene.

Nûnerê Amerîka yê taybet bi Sûriyê ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiya daîreyê Fener El-Giêt, Ebîr Îlya û  endamê Desteya Rêveber D.Mihemed Hesen ve hate pêşwazîkirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ji cigîrê nûnerê Amerîkayê ya taybet bi Sûriyê Matt Borrell re rewşa aborî ya ji ber ambargoya li ser herêmê, bi taybet piştî girtina deriyê Til Koçer, kêmbûna derbasbûna alîkariyên mirovahiyê, bandorên girtina deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) li herêmê şîrove kir.

Ebdulkerîm Omer behsa bandora êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê, hedefgirtina welatiyan bi balafirên bêmirov kir û wiha got: “Ev tevahî dikevin xizmet û piştevaniya terorê.”

Her du aliyan li ser xeteriya terorê, rewşa girtîgehan, rewşa kampên Hol û Roj nîqaş kir û da zanîn divê civata navneteweyî bi erkên xwe rabe.

Li aliyekî din jî balyoz Matt Borrell got, koalîsyona Navneteweyî û  DYA’yê ji bo têkoşîna li dijî terorê li herêmê dimînin, destekê didin aramiya herêmê û xurtkirina têkiliyên aborî. Her wiha diyar kir ku  ji bo jinûve vekirina deriyê Sêmalka (Pêşxabûr) hewldan hene û got: “Ji ber bandorên wê yên neyênî gel ji aliyên aborî û mirovî ve hene. Li aliyekî din jî zextê li civaka navneteweyî dikin ku bi erkên xwe li hember dosyayên girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li kampên Hol û Roj rabe.”

ANHA

Back to top button