ÇalakîManşêt

Civîna salane ya rêxistinî ya herêma Efrînê li kampa Şehbayê hat lidarxistin

Di bin diroşmeya “Bi têkoşîna gelê şoreşgerî.. dagirkeriyê têkbibin û Rêveberiya Xweser pêşbixin” Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh 4’ê Rêbendan civîna salane ya rêxistinî ya herêma Efrînê li kampa Şehbayê lidarxist.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre raporên salane hatin xwendin, paşê perspektîfên siyasî yên ji civîna nivîsgeha rêxistinî di Partiya Yekîtiya Demokrat de derketin, hatin xwendin.

Bi rola xwe, endamê Meclisa Giştî yê partiyê “Esed Menan” li ser pêşketinên siyasî û bandora şer li Sûrî di qonaxa pê de axivî, tekez kir ku armanca ew e têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina Efrînê ji hovîtiyên terorê û vegerandina şêniyên wê yên resen e.

Civîn bi komek pêşinyar bi dawî bû, ku tê de nêrînên beşdaran û tiştê ku ji gotobêjên wan di civînê de hatin encamdan.

 

Back to top button