ManşêtNûçe

Dibe ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê di 2022`yan de li Sûriyê zêde bibin

Li gorî rapora malpera ‘Voice Of America’ pisporan hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê plan dikin ku di sala 2022’yan de êrişên xwe li Sûriyê zêde bikin.

Ev hişyarî piştî zêdebûna êrişên DAIŞ’ê di hefteyên dawî de ku DAIŞ’ê li herêmên rojhilat berpirsiyariya wan girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ’ê roja duşemê berpirsiya êrişa li ser nuqteyeke kontrolê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêrezorê girtibû ser xwe.

Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê (SANA), di heman rojê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî otobusa hêzên hikumetê ya ser rêya Badiyê ya Sûriyê kir, di encamê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Otobusên ku hêzên hikumeta Şamê vediguhêzin, gelek caran rastî êrişan tên. Di meha Cotmehê de di encama teqîna 2 bombeyan de 14 leşker hatibûn kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.

Têkildarî mijarê, lêkolînerê li Navenda Suvan a New Yorkê Colin Clark got: “Dînamîkên ewlehiya herêmî li Sûriyê nehatine guhertin.”

Çeteyên DAIŞ’ê ku di sala 2014’an de beşeke Sûriyê û Iraqê xistibû bin kontrola xwe, di sala 2019’an de hemû herêmên di bin kontrola xwe de winda kiribûn. Lê dîsa jî ew hem li Iraq û hem jî li Sûriyê êrişên xwe didomînin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku DAIŞ`ê sala borî bi dehan êriş li Sûriyê pêk anîn ku tê de herî kêm 600 kes hatin kuştin.

Rêveberê SOHR’ê Ramî Ebdurehman ji malperê re got: “Di sala borî de êrişên ku DAIŞ li herêmên di bin kontrola rejîmê yan Hêzên Sûriya Demokratîk de pêk anîne, zêde bûn, ji ber vê yekê dibe ku di sala nû de êrişên xwe zêdetir bike.”

ANHA

Back to top button