HevpeyvînManşêt

“Li Rojhilata navîn çareserî heye “

Ragihandina yekîtiya demikrat PYD hevdîtin bi Endama parlementoya Europayê Jûlî Word çê kir.
Di hevdîtinê de pirs li ser sedema hatina wan li Rojava û dema ku vegerin Europa wê çi helwestê bidin gelê Rojava û gelê Efrîn, Jûlî Word bersiv da û got: Beriya sal û nîvekê min bihîst ku li Rojava şoreşek taybet heye ji minre bû meraq ku ez Rojava bibînim û şoreşa jinan bibînim her wiha min xwest ku ez bi çavên xwe vê şoreşê bibînim jibo ku em alî karî bidin vê pirojeyê, min ji bo azadiya gelê kurd û azadiya Rêberê gelê kurd Ebduleh Ocelan min kar dikir.
Word got min ji zûve dixwest ku ez werim Rojava bi şandeyek jin bitaybet ji ber ku em dibînin ku hatina jinan pir taybete li Rojava.
Her wiha Word anî ser ziman ku dema ez vegerim Europa ezê ji herkesîra parve bikim ku min li Rojava çi dît û şoreşa vêderê bi çi rengiye ji ber ku li Rojava û li Rojhilata navîn ne tenê kuştin, talanî û kocberî heye lê ji milekî de çareserî heye li Bakurê Sûrî jiber ku li vêderê şoreşa jin gelekî hat pêş xistin gereke em vê tecrûbeyê baş binerxînin û parve bikin ji ber ku ragihandina me li Europayê ne rastin bi mile faşîzmê dirin em dixwazin rastiya vêderê baş fam bikin û nas bikin ez bi taybet dixwazim bi raghandinre biaxivim ji bo ku rastiyên vêderê ji mere ragihînin , li Europayê gelek ciwan hene hem jin û hem mêr ew jî pir bi heyecanin dixwazin ku sîstem û jiyana xwe bugherînin nema dixwazim ku di vê sîstemêde bibînin ji ber vê yekê dema ku ez biçim wêderê ezê jiwanre tecrûbeya xwe ya li Rojava parve bikim û rastiya vêderê jiwanre bêjim ji ber ku ev ciwan pêşeroja mene.

C. C

Back to top button