JinManşêt

Li Efganistanê 8 jin hatin qetilkirin, 3 jî ber bi mirinê ve hatin dehfdan

Zêdetirî 40 salî e Efganistan bûye herêmeke qetilkirina jinan. Ev sûcên li dijî jinan ji dema ku Talîbanê rêveberiya welat desteser kiriye ve, gihîştiye lûtkeyê.

Li gorî bîlançoya ajansa NUJINHA`yê, di navbera 25′ê Tîrmehê heta 21′ê Tebaxê de li Efganistanê 8 jin hatine qetilkirin, 3 jinên din jî ber bi mirinê ve hatine dehfdan.

Bîlanço wiha ye:

24′ê Tîrmehê: Li navçeya Sîahgerd a Perwanê, Johargola 40 salî hat qetilkirin.

25′ê Tîrmehê: Nîlûfer a 18 salî li taxa Molaghlam a navenda Bamyanê bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke ‘xwekujî’ hat qeydkirin.

29′ê Tîrmehê: Haydeh a 16 salî li bajarê Maimene Feryabê di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer jî wekî ‘xwekujî’ hat qeydkirin.

31′ê Tîrmehê: Li navçeya Kohistanat Sarpolê jina bi navê Hatîce ya 25 salî ji aliyê mêrê ku pêrê cewicî bû  hat qetilkirin.

1′ê Tebaxê: Fatimaya 40 salî li mala xwe ya li taxa Daikandî ya Kajranê hat qetilkirin.

3′ê Tebaxê: Masoumeh a 21 salî li taxa Khajaghar a Takharê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi amûreke tûj hat qetilkirin.

5′ê Tebaxê: Li Kunduzê mamosteyeke jin di mala xwe de rastî îşkenceyê hat û hat qetilkirin. Di dema îşkenceyê de guh, ziman û poza wê hatibûn texrîbkirin.

10′ê Tebaxê: Li navçeya Siahgerd a Parwanê jina bi navê Rozgol bi guman jiyana xwe ji dest da.

18′ê Tebaxê: Niazkhal ê 45 salî li navçeya Sayad Sarpolê di mala xwe de ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin.

18′ê Tebaxê: Li navçeya Naziyan a Nangarharê ciwanek û jinek hatin qetilkirin. Hat hînbûn ku her du jî ji aliyê mamê jina ciwan ve hatine qetilkirin.

Back to top button