Li Dêrik şahiya 3. salvegera Rêveberiya Xweser
DÊRIK – Bi boneya 3‘yemîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, TEV-DEM‘ê şahiyek li herêma Dêrikê lidar xist.
Şahî bi diruşmeya ‘Rêveberiya Xweser misogeriya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye‘ li qada navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê, hate lidarxistin.
Di şahiyê de, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîra Gewriyê, Cîrgirê Hevserokatiya Katnona Cizîrê Afram Ishaq, Cîgira Seroka Desteya Kar û Barên Derve Sena Dehan, Hevserokê Desteya Kar û Barên Hundirîn Kenan Berekat, nûnerên Desteyên Şaredariyan, Desteya Ciwanan, Desteya Enerjiyê, Desteya Aborî û bi sedan şêniyên herêmê bi cil û bergên kurdî, tevlî şahiyê bûn.
Şahî bi rizgarkirinê dest pê kir, bi axaftinan, stran û şanoyan didome.
Tê payîn ku dê li ser navê Rêveberiya Xweser Nezîre Gewriyê baxive. Paşê jî dê koma stranan a Cûdî û koma şano ya Ava Mezin, dakevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin.
(bb)