CivakHemerengManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

′Em gihiştin armanca xwe êdî zarokên me bi zimanê dayîkê dixwînin′

Birîndarekî berxwendana Rojava: Em serbilindin ku me ji bo welatê xwe şer kir û canê xwe feda kir. Her ku em dibînin zarokekî çenteyê xwe hilgirtiye ser pişta û berê xwe daye dibistanê, Em dilşad dibin û dibêjin :″Em gihiştin armanca xwe, zarokên me bi zimanê dayîkê dixwînin″.

AMUDE-CIVINA-REVEBERA-JIBO-ZIMANE-DAYIKE (3)

Birîndarên berxwendana Rojava serdana Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê kirin û salvegera 3′yemîn a damezerandina wê pîroz kirin. Şervan ji aliyê Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo û Nezîra Gewriye, Endamên Dîwana Meclîsê, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Ebdulkerîm Sarûxan, Rêwirmendên Rêveberiyê Mizgîn Ehmed û Bedran Çiya Kurd, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê Fayze Ebdî û Nîdal Mihemed Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim û cîgirê wî Xalid Berkel, ve hatin pêşwazîkirin.AMUDE-CIVINA-REVEBERA-JIBO-ZIMANE-DAYIKE (2)

Di serdanê de Şervanê bi navê Şervan Şervan axivî û da zanîn ku di 6 salan şitleke biçûk bi navê Rojava hat çandin û wiha domand: ″Şitla biçûk a bi navê Rojava bi xwîna şehîd û birîndaran hat avdan. Niha jî bi pêşiya çavên me roj bi roj mezin dibe. Em serbilindin ku me ji bo welatê xwe şer kir û canê xwe feda kir. Her ku em dibînin zarokekî çenteyê xwe hilgirtiye ser pişta û berê xwe daye dibistanê, Em dilşad dibin û dibêjin :″Em gihiştin armanca xwe, zarokên me bi zimanê dayîkê dixwînin″.

Şervan da zanîn ku divê ew kedeke hê mezintir bidin, da Sûriyeke demokrartîk û azad bê avakirin û parastin.

Şervan di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: ″Em ê serkeftinan bi dest bixin û di rûpelên dîrokê de binivîsin.″

(E.B. MM)

 

Back to top button