ManşêtNûçe

Kongra Star Forumek li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê li darxist

Di çarçoveya kampaniya dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocelan Kongra Star forumek di bin dirûşmeya “Felsefeya Rêber Abdullah Ocelan ji bo çareseriya krîzên stuna bingihîn” li hola Zana ya bajarê Qamiṣlo li darxist.

Bi beşdarbûna rêxistinên jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê.

Forum bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê rawestiyan û paşê axaftina vekirinê ji hêla endama kordînasiyona Kongra Star Remziya Mihemed ve hat kirin.

Forum gorî bername wê ser çar mijaran be;

Mijara yekem: Rêbertiya li Rojhilata Navîn û rastiya wê bi nêrîna Rêber Abdullah Oclan semîrnevanê yekem Foza Yusif endama desteya rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD.

Mijara duyemîn: Komplo tecrîda û sîstema ku li îmraliyê tê meṣandin wê ji hêla Nuha Muhemed ṣerîf Omer endama insiyatîfa surî ji bo azadiya rêber Abdullah Ocelan.

Mijara sêyemîn: Projeya netewa demokratîk weke modela çareseriyê Edalet Omer seroka desteya jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî ve semîner were dayîn.

Mijara çaramîn: Konfidralîzmeya jinên demokratîk xud îsa El Elî berdevka kombuna jinên zenubiya ve semîner were dayîn.

Di encama nerxandin û nerînên ku hatin kirin ev encamname derketin holê

1- Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di hemû astên siyasî, dîplomatîk û hiqûqî de berdewamkirina têkoşînê

2- Pêdiviya diyalog û danûstandinê bi tevgerên jinan ên cuda yên li herêma Rojhilata Navîn re û xurtkirina eniya jinê bi rêya Konfederalîzma Demokratîk a jin.

3- Bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinan ji ber ku azadiya jinê azadiya Rêbertî ye

4- Ji bo eşkerekirina statûya Rêber Abdullah Ocalan û azadkirina wî bi her awayî xebat û daxwazên gel bên zêdekirin.

5- Li welatên ku beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî bûne, çalakî û meş ji aliyê tevger û rêxistinên jinan ve û şandina peyaman ji biryarderên wan welatan re ji bo azadiya Rêbertî.

6- Xebat ji bo tevlêbûna komên civakê yên li hemû welatan di meşên ku daxwaza azadiya Rêbertiyê dikin.

Back to top button