ManşêtNûçe

Çeteyên dagirkeriyê 3 welatî ji Mabeta revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ bi ser malên xelkê gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî de girtin û 3 welatî revandin. Navên wan wiha ne; Fehîme Ehmed Tahir (25), Mihemed Ehmed Mistefa Hacî (40) û Ebdu Ezet (30).

Rêxistinê da zanîn ku çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ welatiyên revandine ber bi navenda xwe ya li navenda kantonê ve birin û çarenûsa wan nayê zanîn.

Rêxistinê destnîşan kir ku di 14′ê Sibata 2021′ê de çeteyên ′Cebhet El Şamiye′ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Mîrkan de girtibûn, welatiyê bi navê Ebdu Ezet li pêş hevjîna wî Şêrîn Resol ku wê demê ducanî bû, îşkence kiribûn. Ji ber ku Şêrîn Resol ji hişê xwe çûbû û tevî 2 cêwiyan li nexweşxaneyê wefat kiribû.

Back to top button