ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkirî 4 welatiyên din hatin revandin

Çavkaniyekî li navçeya Cindirêsê ragihand ku çeteyên “Polîsa Sivîl” a dewleta Tirk a dagirker li gundê Dêr Balûtê yê navçeyê bi hicetên ne rast 2 welatiyên temenmezin; Ebdulhemîd Îsmaîl Melîx (71) û Xelîl Yusif Xelîl (74) revandine.

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan, her welatî ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

NAVÇEYA BILBILÊ

Li Bilbilê jî, çavkaniyek aşkera kir ku MÎT`a Tirk welatiyê bi navê Mihemed Mihemed (54) ber bi cihekî ne diyar ve revandiye.

Mihemed ji şêniyên gundê Ibêdan ê navçeya Bilbilê ye û dema gihaştiye gund, hatiye revandin.

Çavkaniyek din li heman navçeyê, da zanîn ku çeteyên “Polîsa Leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker, welatiyekî gundê Uga revandiye. Çavkaniyê navê kesê revandî aşkera kir ku MIhemed Silêman Dada (23) ye. Çeteyan ew ber bi cihekî ne diyar ve revandiye.

HEZAR DOLAR JI BO KU LI MALA XWE BIMÎNE

Di çarçoveya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, çeteyên Emşat ên dewleta Tirk a dagirker li welatiyê bi navê Mihemed Xoce yê ji navçeya Mabatayê hezar dolar baç birî, tenê ji bo ku di mala xwe de bimîne.

 

Back to top button