ManşêtNûçe

KON-MED’ê banga tevlêbûna meşa Lozanê kir

Hevserokatiya KON-MED’ê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlêbûna meşa Lozanê kir ku wê di 22’ê Tîrmehê de bê lidaristin. KON-MED’ê wiha got: “Em dikevin salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku 24’ê Tîrmeha 1923’yan li Lozana Swîsreyê di navbera hêzên hegemonîk ên serdemê û dewleta Tirk a dagirker de hat îmzekirin. Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe, qirkirin ji bo Kurdan anî. Kurd bi Peymana Lozanê re rû bi rûyê qirkirina çandî û fîzîkî ya 100 salan bûn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şex Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Leyla Qasim ku li parçeyên cuda yên Kurdistanê hatin bidarvekirin, ji bo têkbirina Peymanê têkoşiyan. Komkujiyên li Amed, Zîlan, Qoçgirî, Dersim, Enfal, Mahabad, Qamişlo, Helebce, ji bi pergala Lozanê ji aliyê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê ve hatin kirin. Ji ber vê yekê pergala Lozanê, pergala qirkirinê ye. Divê êdî ji vê pergala qirkirinê re bibêjin bes e!

Kurdistan ji aliyê ziman, çand û pêkhateyên cuda, baxçeyê gelan e. Lê pergala qirkirinê ya Lozanê êrîşê Asûr, Suryan, Ermen, Elewî, Êzidî, Nusayrî û çandên din ên li Kurdistanê dike. Kurd jî qurbaniyên pergala qirkirinê ya Lozanê ne. Divê gelên ji ziman û çandên cuda yên Kurdistanê jî, ji Peymana Lozanê re bibêjin bes e! Wateya nexşeyên ku 100 sal berê hatine çêkirin, tu nemaye. Daxwaza statûya Kurdistanê wê ber li pergala qirkirinê bigire.

Em Kurdên li Elmanyayê dijîn, bêstatubûna Kurdistanê qebûl nakin, ji pergala qirkirinê ya Lozanê re dibêjin bes e!

Bi vê boneyê em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku tev li meşa Lozanê bibin ku wê 22’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin.”

ANF

Back to top button