ManşêtNûçe

Komxebata Navneteweyî ya Avê di roja duyemîn de berdewam e

Di roja duyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi sponseriya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê bi tevlêbûna Zanîngeha Rojava û Navenda Lêkolînan a Firatê li dar ketiye, dê bandorên hawîrdorê yên li ser aloziya avê werin nîqaşkirin.

Duh komxebatê dest pê kiribû da ku rewşa avê ya li herêmê, kêmbûna jêderên wê û kontrola dewletan a li ser jêderên avê werin nîqaşkirin.

Li gorî komîteya amadekar, armanca lidarxistina komxebatê ew e ku balê bikişînin ser lihevkirin û qanûnên navneteweyî yên têkildarî avê, siyaseta herêmî, şerê keysbaziya jêderên avê, bikaranîna wê di nakokiyên siyasî û aborî de û xetere û astengiyên ku ji ber van mijaran li pêşiya ewlehiya avê, pêkanîna ewlehiyê û pêşketineke domdar a avê li herêmê derdikevin, werin nîqaşkirin.

ANHA

Back to top button