ManşêtNûçe

KOMAW têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyaniyek da

Saziya Malbatên Winda û Şehîdan (KOMAW) têkildarî êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin,”Dewleta AKP-MHP’ê 7’ê Kanûnê li navçeya Xanesorê ya Şengalê komkujiyeke din, sûcekî din ê li dijî mirovahiyê kir. Dewleta barbar a ku Komara Tirkiyeyê jê re tê gotin, bi rengekî hovane êriş kir. Ji bilî çend dengên kêm, cîhan hîn jî li pêşberî vê êrişa hovane bêdeng e.

Vê carê Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd xist. Di heman demê de du zarokên di wesayitê de birîndar kirin.

Beriya niha di encama hevkariya dewleta Tirk, DAÎŞ û hevkarê wan PDK’ê de ku xwedî zîhniyeta dijminê mirovahiyê ne, pêşengên gelê me yê Êzidî Mam Zekî, Mam Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî şehîd xistibûn.

Di şexsê van pêşengan de xwestin li qada Şengalê ya gelê me yê Êzidî, rêveberiya ku bi îradeya xwe li xaka xwe ya pîroz ava kirin û jiyana mirovahiyê ya rewa qetil bikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi navê KOMAW’ê û tevahiya gelê Kurd ê welatparêz û dostên xwe divê timî li gel gelê Êzidî bin û xwedî li wan derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êzidxana azad û xweser hesreta şehîdên Êzidxanê Mam Zekî, Mam Beşîr, Mam Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Dijwar, Berfîvan û Merwan Bedel bû. Ji bo parastina Şengal û Êzidxana azad û xweser, misogerkirina statuya wê ya fermî li qada navneteweyî divê em derfetên xwe hemûyan seferber bikin.

Tenê bi bicihanîna vê wezîfeyê em dikarin hêjayî şehîdên xwe bin. Li hemberî sûcê li dijî mirovahiyê bi xwedîderketina li mirovahiyê û pêkanîna azadiyê em dikarin bibin mirov.”

ANHA

Back to top button