ManşêtNûçe

Şandek ji şêniyên Reqayê serdana nivîsgeha partiya me kir

Şandek ji şêniyên herêma Reqayê bi nûnertiya pijîşk “Hesen El-Şewax” û pijîşk “Mihemed El-Keyas” û mamoste “Samir El-Hilal” serdana nivîsgeha partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Reqa kir.

Di pêşwaziya wan de, rêveberê nivîsgeha rêxistinî Xazî El-Yasîn, rêveberên nivîsgeha têkilyan Mihemed El-Nasir û Tirkî El-Elî û endama meclisa jin Rîm Idrîs.

Di hevdîtinê de, li ser geşedanên siyasî û gefên li ser herêmên Rêveberiya Xwerser hat gotûbêjkirin.

Şande tekez kirin ku Rêveberiya Xwerser modelek demokratîk e, divê were parastin û pêşxistina, ji ber ku ew destkeftiyek ji destkeftiyên şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê ye.

Şandeyê her wiha têkoşîna Partiya Yekîtiya Demokratîk û dilsoziya endamên wê ya ji bo xebatên hevpar û ruhê hevrêtiyê di nava endamên wê de nirxand.

 

Back to top button