JinManşêtNûçe

KJK:Divê em nehêlin ku dest bidin rûmeta me

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê daxuyand ku piştî hilbijartinan çeteyên şerê taybet li dijî jinên Kurd sûcê zayendî xistin meriyetê û got:
“Divê her kurdistanî li hemberî polîtîkayên şerê taybet cîran, heval, zarok û hevalên xwe ronî bike û biparêze.
Ev şerê namûsê ye û divê em tu carî tehemûl nekin ku dest biavêjin rûmeta me.”

Koordînasgeyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî berxwedana xweparastina gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşa zayendî ya şevêdin li dijî jina Kurd pêk hat, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê ev tişt hatin gotin:

“Êrîşên dagirkeriyê yên ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya plana têkbirina têkoşîna azadiya gelê me de li her qadên leşkerî, siyasî, civakî û çandî pêkanînên şerê taybet dimeşîne.

Hewl dide gelê Kurd ji hemû nirx û amûrên xweparastinê bêpar bike da ku gelê Kurd bê nasname bihêle û teslîm bigire.

Ji bo vê jî rejîma qirker plana xwe ya darbe û dagirkeriyê li her qadê pêk tîne.

Li ser vê bingehê jin û ciwan rasterast dibin navenda hedefa rejîma faşîst.”

KJK: Em bi berxwedana xweparastinê ya gelê xwe serbilind in

KJK’ê diyar kir ku Piştî hilbijartinan demek kurt çeteyan sûcên zayendî li dijî jinên Kurd dest bi şerê taybet kirin û got:

“Li hemberî êrîşa zayendî ya jineke Kurd a li Şirnexê, xweparastina hêzên şerê taybet a dewleta Tirk nîşan da ku divê şerê rûmetê çawa be.

Dîrokê careke din nîşan da ku ji gelê ku rêveberiya xwe û xweparastinê diparêze mezintir tu hêz û dewlet nîne.

Careke din hate îspatkirin ku gelê Kurd bûye xwedî îradeyeke bêserûber ku divê guman jê neyê kirin.”

KJK: Divê em nehêlin ku dest bidin rûmeta me

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bang li hemû gelên Kurdistanê, jin, tevgerên jin û ciwanan kir û got:

“Divê her kes li hemberî polîtîkayên şerê taybet cîran, heval, zarok û hevalên xwe ronî bike û biparêze.

Ev şerê namûsê ye û divê em tu carî tehemûl nekin ku dest biavêjin rûmeta me.

Di vê wateyê de Şirnex Amed, Êlih, Mûş, Riha, Mêrdîn, Îdir, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn e. Şirnex Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye. Werin em Şirnexê bikin navenda têkoşîna demokratîk û li Botana birûmet berxwedana jinan bilind bikin.”

Ronahi

Back to top button