Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê bombebarana dewleta Tirk a faşîst di 13’ê Nîsana 2024’an de li ser goristanên şehîdan ên bajarê Licê bi xwendina daxuyaniyekê bi amadebûna rêveber, nûner, endamên meclis,sazî û komên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan şermezar kir û hate destnîşankirin ku rejîma faşîst a Tirk ji sala 2015’an ve gorên şehîdan bombebaran dike.
Di dawiyê bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hember faşîzma Tirk binpêkirina gorên şehîdan helwestekê bidin.