ManşêtNûçe

Jinên Rojhilata Navîn însyatîfa li dijî dagirkeriyê û kuştina jinan destpê kirin

Li Rojhilata Navîn komek ji rêxistinên jinan însiyatîfek dan destpêkirin yên ku komên cîhadîst û terorîst û di nava wê de Tirkiya li Rojhilata Navîn pêk aînîne li gel salvegera hedefgirtina siyasetmedara Kurd (Hevrîn Xelef).

Di roja duşemê 12 meha cotmehê de wan rêxisrinên jin raghandin li ser destpêkirina însiyatîfa wan piştî li dar xistina civînekê li ser Enternêtê ji bo nirxandina pêşketinên li herêmê, di derbarê daxuyaniyek çapemeniyê de bal hat kişandnin li ser mafên mrovahiyê yên sereke, peymanên komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî, û peymanên navdewletî yên ku piştgiriya pernesîba wekheviya di navbera gelan dike, her wiha di daxiuanyê de tekez hat kirin li ser ku rêjîma kaptalîst parastina xwe dike di riya çêkirina şer û aloziyan de.

Di daxuyaniyê de jî hat raghandin ser jihevxistina civakan û zêdekirina îşkenceya li dijî jinê ji girigîn siyaseta rêjîma kaptalîst ya cîhanê ye, kesayetên civiyan îşaret kirin ku piştgiriya Îslama siyasî îsbat dike ku tenê amûreke ji şer û dagirkirinê ye, û binpêkirina hemû peymanên navdewletî ji ber ku saziyên navdewletî yên têkildar bêdenge li hember van sûc û kiryaran.

Kesayetên komkirî şahidin di riya Enternêtê bi bombebarkirina dewleta Tirk ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, û hilwişandina gundên kurdî li Bakurê Îraqî, her wiha tekez kirin ku jin yên herî zêde tên hedefgirtin di der barê şerê li herêmê, li Sûriya sekreterya giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê (Hevrîn Xelef) hat hedefgirtin, endama Kongreya Star li kobanê (Zehra Birkil) û rêhevalên wê, (Duniya Hisên) li Şengala Îraqê, (Sêf Dîmîr) endamê Meclisa Partiya HDP li Tirkiya û kuştina komek ji jina li Slûbî û Tîma Mubark li Fîlestînê û (Slewa Bocîcîs) li Lîbyayê.

Jinên ku civiya bûn zelal kirin ku ev însyatîf hat ji bo belgekirin û blavkirina hemî sûcên ku Îslama Radîkalî û dagirkikeriyê bi awayekî giştî dijî jinê pêkanîn, û ji bo gihaştina dengê jinê ji hemî saziyên navdewletî yên têkildar ji bo bidwaî kirina bêdengiya van saziyan, û  darizadina sûcdaran di çarçoveya zagona navdewletî.

Hêjayî gotinê ew e ku ev însyatîf di 12 cotmehê hat destpê kirin ya ku di salvegera şehadeata (Hevrîn Xelef) hat a ku li ser destê çekdarên Îslam yên girêdayî dewleta Tirk hat kuştin.

Kesayet û saziyê tevlî însyatîfê bûn

-(Buşra Elî) Seroka Komeleya Jina Lubnanî.

-(Marî An) Seroka lijneya jin a Partiya Taşnaq ya Lubnanî.

-(Sêlvî Kayk) endama lijneya jin di Meclisa Ewlehî û Aştî ya girêdayî Yekîtiya Efrîqa.

-(Şamîran Odêşo) seroka Komeleya Jina Îraqî.

-(Şeyda Merûf Mehemûd) endama Meclisa Îdareya beşê Jin ya Partiya Kurdistanî ya Îraqî Zahmetkeş.

-(Rabha Farsî) endama toreya jinên Lîbî ji bo Aştiyê.

-(Nêvîn Obeyd) endama Meclisa sekretêran a rêxistina Misrî ya nû.

-(Rûken Ehmed) endama buroya têkiliyên Dîblomasî li Kongreya Star.

-(Xewla Îsa El-Hemûd) endama kordîneya di meclsa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriya.

-(Sîham Qiryo) seroka Yekîtiya Jinê Suriyanî yên Sûrî.

-(Hajir Ozdemîr) çalakvana di TJA.

Back to top button